75'emîn salvegera bombabarana Hîroşîma hat bîranîn
10:44
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarê Hîroşîma yê Japonya di 75’emîn salvegera bombebarana bajêr bi destê artêşa Amerîka di dema şerê cihanê yê 2'emîn de merasimek bîranînê lidarxistin.
Ji bo 75’emîn salvegera Hîroşîma bi beşdarbûna rayedar û welatiyên Japonya bîranînek hat lidarxistin. Bi hezaran çirayên pêketî li ser çemê Motoyasoy ya bajarê Hîroşîma diherike. Herwiha welatiyên bajêr kevok firandin. Di dema şerê cihanê yê 2'emîn de artêşa Amerîka seat 08:10’ê sibeha roja 6’ê Tebaxa sala 1945’an bombeya atomê bi ser bajarê Hîroşîma de berda. Di encamê de nêzî 140 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî 3 rojan bombeyek din jî bi ser bajarê Nakazakî yê Japonya re hate berdan. Tê gotin tenê wê rojê 70 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes ji ber birînên kûr ên bombeya atomê di roj, hefte û mehên pêşdetir de jiyana xwe jidest dan.
(zt)