Îxtîdarê ferman da mêr kuşt!

12:21

JINHA

STENBOL - Di serdema hikûmeta AKP'ê de qetilkirina jinan ji sedî hezar û 400 zêde bû. Bi taybetî ji ber daxuyaniya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a 'Wekheviya jin û mêr li dijî fitrata xwezayê ye' û polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ji serdema 2002'a heta niha qetilkirin pir zêde bû. Îxtîdarê ferman da û mêr jî kuşt. Tenê di 7 mehên ewil ên 2015'a de 164 jin hatin qetilkirin.

Di serdema hikûmeta AKP'ê de ji ber polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî jinê qetilkirina jinê ji sedî hezar û 400 qat zêde bû. Bi taybetî daxuyaniyên Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Cîgirê Serokwezîr Bulenç Arinç û wezîrên AKP'ê rê li pêşiya kuştinan vekir û qetilên jinê bê ceza hişt. Di salên 2014 û 2015'an de jî qetilkirin, tundiya li ser jinê û îstîsmara zayendî û fîzîkî bi hemû bezê berdewam kir. Di salên 2014-2015'an de ji ber daxuyaniyên rayedarên îxtîdara AKP'ê tundî, qetilkirina jinê zêdetir bû. Her wezîrên AKP'ê der barê jinan de daxuyanî dan tundî, qetilkirin û îstîsmara li ser mafê jinê zêde bû. Ji ber polîtikayên AKP'ê tundiya li ser jinê pir aşkere xwe dide nîşan. Ev jî nîşan dide ku daxuyaniyên Serokomar Erdogan ên "Wekheviya jin û mêr li dijî fitratê ye" , "Li vî welati bi salan e jinê bi kontrola zayinê îxanet kiriye" û "Kurtaj cinayet e" rê li pêş qetilkirina jinê vekiriye. Ev daxuyanî nîşaneya îxtîdar emir dike mêr qetil dike ye.

'Tu jin di bin parastinê de nehatine kuştin (!)'

Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî Ayşenûr Îslam, pirsên rojnamegeran ên têkildarî "Di sala 2014'an de piştî civîna 'Lêkolînên rêxistina malbatî yên Tirkiyeyê" qetilkirina jinan zêde bû. Bersivand û got: "Tu jinên di bin parastinê de nehatine qetilkirin" Lê li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatin weşandin di 6 mehên ewil ên sala 2014'an 11 jin, di sala 2013'an de 10 jin di bin parastinê de hatin qetilkirin. Ayşenur, têkildarî kuştinên ji ber zewaca zû jî got: "Kes ji bo xerabiyê zarokên xwe nazewicîne." Lê daneyên li Tirkiyeyê nîşan didin ku ji sedî 26'ê jinê di bin temenê 18 salî de dizewicin. Jinên ku hêj zarok in dizewicin û rastî tundiya zayendî tên, ji jinên piştî 19 salî dizewicin hêj zêdetir in.

Erdogan: Ez kurtajê wekî cinayet dibînim

Serokomar Tayyip Erdogan têkildarî zayîna bi sezaryanê û kurtajê gotibû "Ez li dijî zayinên bi sezaryanê me. Ez Kurtajê wekî cinayet dibînim. Her kurtaj wekî qlabanê ye." Rayedaran jî gotina Serokwezîr wekî ferman qebûl kir û pêkanînên ku kurtajê qedexe bikin pêk anîn. Gotinên wezîr û pêkanînên piştî wan wiha ne:
-Bulent Arinç: Divê jin di nava civakê de bi dengê bilind nekene û tevgera wê ne cazibedar be.
-Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu: Divê dayik ji bilî kariyera xwe ya dayikbûnê nebin navendên din.
-Wezîrê Maliyê Mehmet Şimşek: Rêjeya betaliyê zêde dibe. Ji ber ku di navbera jinan de qirîz heye betalî zêde dibe.
-Wekîlê AKP'ê yê Tokatê Zeyid Aslan (Ji nuçegîhanên jin re): Ez nava şeqê we bikişînim û bidim rojnameyê bêjim ev xwezayi ye…
-Wezîrê Parastina Neteweyi Vecdi Gonul: Xanimên Tirk xemla malê ne
-Wezîrê Daristan û Derdorê Veysel Eroglu (Ji jina ku kar xwest re): Karê malê têr nake?
-Şaredarê Enqereyê Melih Gokçek: Bila jin xwedî sinc be. Bila neçarî kurtajê nebe.
-Endamê meclisa Giştî ya AKP'ê: Dema jinên keç dixwînin, zilam jinê bi wan re bizewicin nabînin.

'Mêr tundiya pir hişk pêk tînin'

Serokomar Erdogan got "Jin û mêr ne wekhevin" Piştî vê yekê li Tirkiyeyê binpêkirina mafan zêdetir kir. Têkildarî vê daxuyaniya Erdogan Hîndekara Zanîngeha Bilgî ya Navenda Pêkanina Hiqûqa Mafên Mirovan Gokçe Çîçek Ayata diyar kir ku mirov dikare behsa newekheviya ji ber pergala baviksalarî ya sedsalan berdewam dike bike. Ji bilî vê yekê jin û mêr wek hev hatine xuliqandin. Peyamên bi vî rengî bandora neyînî li ser hemû civakê pêş dixe. Ev daxuyani bêtir hêz didin mêr û mêr wêrektir dike. Di 2014'an de Nûçegihana Evrenselê Serpil Îlgun pirsa "Li Tirkiyeyê di sala 2014'an de tundî liser çend jinan pêk hat" pirsî. Çima hikumet vê yekê nabersivîne. Ev girêdayî polîtîkayên AKP'ê ne. Tirkiye Peymana Hemû Cudahî û Tundiyên li dijî Jinê ya Neteweya Yekbuyî CEDAW) îmze kiriye. Ji ber vê yekê divê girtekan rast qeyd bike. Divê bi rêk û pêk lêkolîn bike û îstatîstikê amade bike. "
'Ji ber gilî tune bû beraet kir'

Di sala 2014'an de li Eskîşehîrê zaroka 13 salî S.B. rastî tecawizê hat. Li gel rapor hebû jî ji ber ku S.B. bi lezgîn gili nekir, bersuc hat beraet kirin. Disa li Amedê Veysi Turan bi ceyranê hevsera xwe qetil kir. Lê gotin "Nexweşiya ruh pêre heye". Li Îzmirê Yusuf Barlak hevsera xwe Yeliz Umman serê wê bi kevir pelixand û kuşt. Lê dadgehê cezayê Barlak kêm kir.

'Mekanizma hiqûqê tune'

Saziyên jinan der barê tundiya li ser jinê ya sala 2015'an de daxuyanî dan û diyar kirin ku li Tirkiyeyê jin rasti komkujiya zayendî tên. Prz. Hulya Gulbahar, rewşa hiqûqî nirxand û anî ziman ku li şûna kuştina jinan bê astengkirin hiqûq rê li pêşiya qetilkirinên nû yên jinan vedike.

'Rêgeza wekheviyê ya makezagonê tê îhlalkirin'

Xebatkara Civakî ya Vakfa Parastgeha Jinê ya Baniyê Mor Esen Ozdemîr, anî ziman ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan û hikûmeta AKP'ê di sala 2014'an de li dijî jinan dijminantî pêş xist. Esen, bal kişand ser gotinên Wezir Bulent Arinç a 'Divê jin bi dengê bilind nekenin' diyar kir ku divê rayedarên dewletê van gotinên bi vî rengî bikar neynîn. Bi van gotinan rêgeza wekheviyê ya makezagonê îhlal dikin.

'Têkoşyîna jinên êzîdî yên kurd'

Di sala 2014'an de yek ji tundiyên li hemberî jinê tundî û hovîtiya li hemberî jinên êzîdî yên kurd bûn. Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî jinên êzîdî yên kurd kirin û jin neçarî koçberiyê kirin. Jinên êzîdî yên koçber kirin lig elek bajar û kampên cuda ji bo jiyanê têdikoşin. 3 hezarû 500 jinên êzîdî yê kurd ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin. Jinên êzîdî bi destê çeteyên DAIŞ'ê li bazarê koleyan hatin firotin. Rastî êrîşên tund hatin. Rêxistina Efoya Navneteweyî bi 42 jinên Êzîdî re hevdîtin kir û cih da serpêhatiyên wan. Ji Neteweyên Yekbûyî xwest li hemberi vê yekê hestiyar tev bigerin.

'Çeteleya jinan a 2015'an'

Li gorî nûçeyên rojname, ajans û malperan:

-Di meha çile de -26 jin hatin qetilkirin û 7 jin rastî tecawizê hatin. 24 bi zorê rastî pêkanînên fihuşê hatin. 36 jin hatin birîndarkirin. 13 jinên zarok rastî tacîzê hatin.
-Di meha sibatê de 21 jin hatin qetilkirin. 8 jin rastî tecawizê hatin. 7 jin rastî zora fihûşê hatin. 34 jin hatin birîndarkirin û 11 jin rastî tacîzê hatin.
- Di meha Adarê de -27 jin û 2 bebek hatin qetilkirin. 69 jin rastî zora fihûşê hatin. 47 jin hatin birîndarkirin. 60 jin rastî tacîzê hatin.
-Di meha Nîsanê de 20 jin hatin qetilkirin. 18 jin rastî tecawizê hatin. 24 jin hatin birîndarkirin. 12 jin rastî tacîzê hatin û rastî gefên kuştinê hatin.
-Di meha Gulanê de 26 jin hatin qetilkirin. 7 jin rastî tecawizê hatin. Jinek rastî tundiya fihqûşê hat. 27 jin hatin birîndarkirin. 31 jin rastî tacîzê hatin.
-Di meha Hezîranê de 21 jin hatin qetilkirin.9 jin rastî tecawizê hatin. 18 jin rastî tundiya seksê hatin.
25 jin hatin birîndarkirin. 16 jin rastî tacizê hatin. 2 jinên parêzer rastî gefan hatin.
- Di meha Tîrmehê de 19 jin hatin qetilkirin. 12 jin rastî tecawizê hatin. Jinek rastî zora fihûşê hat. 36 jin hatin birîndarkirin û 10 jin rastî tacîzê hatin.
Jin her roj rastî tundî, tacîz, tecawizê tên û tên qetilkirin. Hin saziyên çapemeniyê van bûyeran wekî mijarên ji rêzê digirin dest.Lê em dê nûçeyên van bûyeran wekî perçeyekî têkoşîna jinê bigirin dest û nûçeyan berdewam bikin. Em dê vegotina têkoşîna jinê berdewam bikin. ...

(mae)