Li Rojava ji bo zarokên şehidan şahî
12:22
Sosin Xanê-Rûkan Dêrik/JINHA
RIMÊLAN - Yekîtiya Star di boneya roja cihane a zaroka, zarokên şehidan xebaten peş xistin.
Bi boneya roja zarokên cîhanê Yekîtiya Star ji bo zarokên şehîdan ên Kantona Cizîrê ya Rojava şahiyek lidarxistin. Di derbarê amadekirina şahiya zarokan de Endama Yekîtiya Star Rihan wiha axivî: "Em weke Yekîtiya Star di barajê Girkê Legê de xwest ku em ji bo zarokên şehîdan tiştekê bikin. Em ji bo keyîfxweşiya zarokan em tiştekê bikin. Ji ber vê yekê me bi saziya malbatê şehîdan re şahiyek ji bo zarokan lidarxist. Ji ber wê jî em hatin bajarê Rimêlan. Me di xwest ku em vê şahiyê li dar xin û em di zanin ku ev tiştekî hindike ku em ji van zarokan re di qedimênin lê belê ji ber morlê wan zarokan dê baş be û valatiya ku ev zarok ketinê hinkî dagrin û hev naskin."
Hevjîna şehîd Cudî Hezna Temo ji wiha axivî: "Ji bo kêfxweşiya zarokên xwe em li ser vexwendina Yekîtiya Star hatin cihê şahiya zarokan. Ji bo zarokan ev tiştek baş bû."
(rb)