Ropara 6 mehan a parastina cewherî hate eşkerekirin
12:26
JINHA
STENBOL - Kolektîfa Femînist a Stenbolê rapora xwe ya bi navê "Jinên me xwedî li jiyana xwe derdikevin" rapora 6 mehên sala 2015'an a parastina cewherî eşkere kirin.
Kolektîfa Femînist a Stenbolê rapora 6 mehan ji çile heya Tirmehê ya bi navê "Jin xwedî li jiyana xwe derdikevin" parastina cewherî eşkere kirin. Di raporê de di sala 2015'an de 144 jin ji aliyê mêran ve hatiye qetilkirin. Gelek jin jî rastî tacîz,tecawiz, û rastî tundiyê hatine. Di raporê de cîh dane parastina jinan, kesên ku rastî tundî, tecawiz û kesên ku bi zorê karê fuhuşê dikin xwe parastine û zilam kuştine Çîlem, Nevîn, Yasamîn, Fatmak û gelek jinên din bibîr anîn " Edî gelek jin li hemberî tundiya zilam, zordestiya civakê kontrolkirola patrîyakal tekoşînê dide meşandin. Hîn bêtir jin li hemberî tundiya zilama hêrs dibe û tekoşînê xurt dike.
Di 6 mehan de 17 mêr hatine kuştin
Li gorî agahiyên raporê, di 6 mehên sala 2015'an de 14 mêr hatine kuştin,17 mêr jî birîndar bûne. Hemû mêrên hatine kuştin jinan nas dikirin. Hinek jin jî piştî ku mêr kuştin teslîm bune, her wiha weke ku di çapameniyê de tê gotin "Em pîşmanin" tu jinek jî tiştekî wisa negotiye.
Di raporê de hate diyar kirin ku di nava 17 mêran de tenê 5 mêran gotine em jina nasnakin û wiha gotin: "Ev mêr jinên ku şev ji kar derdikevin diçin mala xwe bi zorê dixwazin têkevin malê ne. Ev mêr wekî ku hemû qadên civakî yên wan in nêz dibin, qadan, kolanan, otobusan, jinan digrin, gotina dibên jin ew mêr in.
Ew pêkhatinên ji bo mêra 'Daxistina tahrîk' ji bo jina nehat kirin."
Di raporê de her wiha cîh dan doz û biryarên dadgehan. Di sala 2015'an de ev 6 mehe dozên jina ber devam dikin. Li gorî 6 meha tenê 15 doz hatine encamkirin. Di nava van biryaran de 8 biryar jinên xwe parastine,1 ji bo birîndarkirinê ye. Di nava 9 biryaran de tenê 5 doza biryarek daxistina tahrîk hate kirin.
'Di doza Nevin de qet daxistina ceza nehat kirin'
Di nava 3'ê dozan de qed ceza kêm nebu. Dozên ku hatine betal kirin jî yek Zonguldak ya din jî Sakarya ye. Dozên ku qet cezayên wan nehatine kêm kirin jî li Ispartayê, Nevîn, li Kastamonu ya ku hevserê xwe kuştiye N'ê ye. 6 doz jî êrîş, tacîz û tundiya mêrane.
Li gorî raporê di 6 mehên sala 2015'an de hijmara dozan 9 e. Ji wan 7 dozên kuştinê tên dîtin. Tenê ji wan 2 doz bersuc weke bêmaf hatiye dîtin. Di yekê de jî bi hinceta mafê xwe parastinê serbest hat berdan.
Li hember şideta mêran çalakiya hevgirtinê
Di raporê de jinan cih daye çalakiyên weke di serê salê de ji bo jinên girtî kartên "Bi ketina sala nû re li hember şideta mêran emê li ber xwe bidin!" dê bişînin. Di raporê de cîh hat dayîna van agahiyan: "Li Dêrsimê Hayri Guler ê jin taciz kir di kolanan de jinan lêxist û ew ceza kir. Me bi Yasemîn re şêwirmendî kir, em ji bo Nevîn jî isyan dikin."
Di beşa dawiya raporê de jî bang li her kesê hat kirin ku li hember şideta mêran bê deng nemînin.
(pk)