Heyeta HDP'ê bi Tevgerê Goran û YNK'ê re hevdîtin pêkanî
12:31
JINHA
SİLÊMANÎ - Heyeta HDP'ê li Zergelê qetilama sivîlan lêkolîn kir û bi li Silêmaniyê bi Tevgera Goran û YNK'ê re hevdîtin pêkanî.
Heyeta HDP'ê bi armanca lêkolînkirina qetilama ku TSK'ê li gundê Zergelê pêkaniye çû cihê bûyerê û birîndarên sivîl re li hev civî, piştî wê derbasî bajarê Silêmaniyê bûn û bi Tevgera Goran û YNK'ê re hevdîtin pêkanîn. Heyet di serî de bi Berpirsyariya Dîplomasî ya buroya Tevgera Goran a Silêmaniyê Mihemmed Teyfîq Rahîm re civînek ji çepemeniyê re girtî pêkanî. Heyet piştî civînê li ber avahiya partiyê daxuyaniyek çepemenî da.
'Ji bo ku carek din neyê jiyankirin li ser fikrên hevpar em rawestiyan'
Di daxuyaniyê de Parlementerê HDP'ê ya Rihayê Osman Baydemîr axivî. Osman got: "Hevgirtina di navbera kurdan de, wê hemû parçeyên Kurdistanê ber bi lutkeya serkeftin û serfiraziyê ve bibe. Hêvîdarim timî peywendî di navbera me de hebe, ji bo li tevayî xaka Kurdistanê demokrasî û azadî hebe."
'Em qetilamê şermezar dikin, helwesta me zelal e'
Berpirsyariya Dîplomasî ya buroya Tevgera Goran a Silêmaniyê Mihemmed teyfîq Rahîm got: "Em qetilama ku li ser sivîlan pêkhatî şermezar dikin. Li Zergelê sivîl hatin qetilkirin em vê yekê napejrînin. Di vê mijarê de helwesta me zelal e."
Heyet piştre Partiya YNK'ê ziyaret kir. Heyet ji aliyê Berpirsyara Polîtburo YNK'ê Melle Baxtiyar, Parlementerên YNK'ê Omer Fettah, Hakîm Kadir, Sadî Ahmet Pîra û nûnerên partiyê ve hatin pêşwazî kirin. Piştî civîna ku ji çepemenî re girtî pêkhat, li ber avahiya partiyê daxuyanî ji çepemenî re hate dayîn.
'PKK'ê di encama têkoşînê de gihêşt vê rojê'
Di daxuyaniyê de Sadî Ahmet Pîra qala êrîşên TSK'yê a bombekirinê kir û wiha got: "PKK'e di encama têkoşînek de hat vê rojê û axê Kurdistanê ji bo hemû Kurdan re vekiriye. Em qetilama ku li hember sivîlan pêkhatî şermezar dikin. Axê Kurdistanê azade, em qebûl nakin ku dewleta tirkiyê êrîşê axên me bikin."
(rc)