Fermandara YPJ'ê Evîndar Denîz: Em têkoşînek navnetewî didin

12:42

Şevin Şervan - Rûksen Efrîn /JINHA

QAMIŞLO - Fermandara YPJ'ê Evîndar Denîz diyar kir ku ew ji bo yekîtiya gelên Rojhilata Navîn têkoşîn didin û ji bo azadiya hemû gelan ewê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomîn in.

Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê nasîn. Jinên ku bi aweyek aktîf cihê xwe di nava şoreşê de digrin ji bo jiyana nû têkoşîn didin. Jinên Kurd xwe bi hêza YPJ'ê rêxistin kirin û li hember dagirker û çeteyan têkoşîna berxwedanê dan. Parastina cewherî ya jinên Kurd bu mînaka têkoşîna navnetewî a Rojhilata Navîn. Fermandara YPJ'ê Evîndar Denîz da zanîn ku ew li ser navê tevahî mirovahiyê, li dijî pergalê desthilatdar têdikoşin û got li erdîngeriyek ku gelan dikin dijminê hev, bi têkoşînek mil bi mil em dikarin jiyana nû biafirîn in.

'YPJ'ê hêza parastina cewheri ye'

Evîndar destnîşan kir ku YPJ'ê wek hêza parastina cewherî derket holê û got: "Eger gelek ji ziman, çand û jiyanê tê qedexekirin, bandora vê li ser jin girantir e. Li hember pergalê berxwedan û têkoşîn mafê me ye. Em wek rêxistina parastina cewhrî ya gel, ax û jinan derketin holê. Ji ber vê yekê rewabûna me bingeha xwe ji vê yekê digre." Evîndar da zanîn ku ew li Rojava di çerçoveya paradigmaya azadiya jin, ekolojî û demokrasiyê de xebat didin meşandin û bandora vê xebatê li her çar aliyê Kurdistanê kiriye û anî ziman ku li aliyek têkoşîn li dijî pergala dagirkeriyê didin û li aliyê din ew xebatên paradigmayê xistina meriyetê û dayîna jiyankirin didomîn in.

'Em bi vîna xwe hene'

Evîndar got: "Li Rojavayê Kurdistanê piştî demek êdî gel pergala heyî nepejrandiye û ji bo pêşxistina çand, ziman û zanistiyê rabûne serhildanan. Ev berxwedan bandora xwe li ser her çar aliyê Kurdistanê kiriye û encamên erînî bi xwe re aniye holê. Êdî di pergala heyî de yek gel, yek ziman û yek çand tune ye. Gelê Kurd heye û hîna çand û zimanê wê zindî ye. Pergalê desthiladariyê bi siyasetê înkar û îmha yê bi sed sala ye gelê Kurd tune dihesibîne. Her gel dixweze bi çand û baweriya xwe bijî. Li dijî pergalê desthilatdar û tundiya rejîma Baasê gelê Rojava yê Kurdistanê gotin êdî bese û bi avakirina parastina cewherî vîna xwe danî holê."

'Gel wê bi vîna xwe bijî'

Evîndar wiha domkir: "Bi berxwedan û rêgeza jiyana nû ya ku gelê Kurd danî holê, pêşî li çandên gelê din ya li Rojava vekir û pêşengiya Şoreşa Rojava kir. Li hember pergalê desthilatdariyê gelê Kurd tevî hemû çand û zimanên cuda jiyana hevpar bi gelan re avakir. Îro li erdîngeriya Rojava şoreş pêk tê û gelê Sûryanî, Asurî, Ermenî, Kurd û Ereb di Kanotana Rojava de bi baweriya xwe xweseriya xwe avakirine û bi rengê jiyana xwe hebûna xwe didomîn in."

'Jin di têkoşînê de pêşengin'

Evîndar anî ziman ku di civakê de herî zêde jin hatiye bin destkirin û tevî vê zanistiyê Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan pêşket û bi vê yekê jin buye xwedî hêz. Evîndar wiha pêde çû: "Tundiya li dijî civakê li dijî jinê ye heman demê de. Jin di nava civak û malbatê de du caran tê bin dest kirin. Li dijî van tundî û êrîş êdî jin hişyar dibe. Di pêvajoya şoreşê de jin hem di qadê leşkerî hem jî di qada civakî de tevlîbûnek bi hêz pêkanî. Di encamê ked û nirxên mezin de derketinên mezin pêkhat. Bi rihê fedaiyane û nirxên şehîdan re ev nirx derketiye holê. Ev têkoşîn dê bidome û li hember pergala desthiladar jin dê bi zanistiyek mezin têkoşîn bide û tola xwe ji vê pergalê bistîne.

'Divê em bi rihê azadiyê bixebitin'

Evîndar diyar kir ku Şoreşa Rojava hêza xwe a îlhamê ji bîrdoziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan digre û got: "Bîrdoziya Rêbertî bi jiyanî kirin armanca me ya herî bingehîne. Ji bo azadiya Rêbertiyê û buyîna bersiv divê em tempoya xwe a têkoşînê her dem bilind bikin. Eger Rêbertî azad nebe, ne jin ne jî civak azad dibe. Divê em bi rihê azadiyê bixebitin. Di Şoreşa Rojava de me gelek lehengên giranbûha û hevalên xwe winda kir. Ji bo têkoşîna azadiyê herdem ji bo her tiştî divê em amede bin."

'Polîtîkayên şer hemêz kirin'

Evîndar behsa polîtîkayên şer ya dewleta Tirkiyê û ne tehmûlkirina wan a li hember Şoreşa Rojava kir. Evîndar destnîşan kir ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê de serkeftina HDP'ê û têkçûna AKP'ê wê ji bo gelên li Tirkiyê riyê lêgerîna jiyana nû hatiba avakirin lê ji ber bê tehmûliya hikûmeta Tirkiyê polîtîkayên xwe yên şer xistin meriyetê. Evîndar destnîşan kir ku bi qetilama Pîrsûsê û êrîşên li dijî herêmên Parastinê yên Medya yê şer daye despêkirin û got: "Berxwedana bi vîn ya li Kobanê hatî dayîn bi serkeftinê encam bû. Her wiha lêgerîna jiyana nû li Rojava tehmûl nakin. Ji ber vê alozî û polîtîkayên şer hemêz dikin. Lê dê têkoşîna gelan her bidome."

(rc)