Gelê Wanê banga tevlîbûna mitînga aştiyê kirin
12:52
JINHA
WAN - Li Wadê roja şemiyê dê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ve bi şîara "Em ê bi we şer nedin kirin" ve mîtîng bê lidarxistin.
Li Wanê di 8'ê Tîrmehê roja şemiyê bi beşdarila Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Parka Musa Anter bi şîara "Em ê bi we şer nedin kirin" dê "Mîtînga Aştiyê" pêk bê. Têkîldarî mîtînga ku dê saet di 15.00'an de dest pê bike Rêxistina HDP'ê ya Wanê daxuyanî da. Parlamenterên HDP'ê yên Wanê, Hevşaredarên Wanê û rêveberên HDP û DBP'ê beşdarî daxuyaniya ku li avahiya HDP'ê hate dayîn bûn. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî diyar kir ku hikûmeta demî ya AKP'ê welat ber bi şer ve biriye û bang li gel kir û xwest li dijî vê yekê dengê aştiyê bilind bikin.
Veysî anî ziman ku di 7'ê Hezîranê de soza aştiyê dane gelan û wiha axivî: "Mîtînga ku dê bi sed hezaran kes daxwaza aştiyê bikin ji bo gelên me pir girîng e. Em ji bajarê xwe yê Wanê ku rojhilatê Tirkiyeyê ye dixwazin peyamake xurt a aştiyê bidin hemû Tirkiyeyê." Veysî bang li hemû kesan kir û xwest beşdarî "Mîtînga Aştiyê" bibin.
(zt)