Ji Bloka Azadiyê banga ji bo 'Mitînga Aştiyê'

13:51

JINHA

STENBOL - Bloka Aştiyê diyar kir ku li hemberî dîrektîfên Serokomar ên şer in û ji bo aştiya civakî dê têkoşînê bikin. Bloka Aştiyê got ku ew dê di 9'ê tebaxê de li Stenbolê bi dirûşmeya "Li hemberî şerê AKP'ê em dê aştiyê înşa bikin" mitîngê li dar bixin û divê hemû kes tevlî mitîngê bibe.

Bloka Aştiyê li hemberî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê yên demî dê di 9'ê tebaxê de li Bazara Gel a Bakirkoyê bi dirûşmeya "Li hemberî şerê AKP'ê em dê aştiyê înşa bikin." mitîngê li dar bixe û têkildarî mitîngê de li Odeya Endezyarên Makîneyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevbirên Bloka Aştiyê, Parlementera HDP'ê Beyza Ustun, Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Parlementerê CHP'ê Oguz Kaan Salici tevlî civînê bûn. Berdevkê Bloka Aştiyê Gencay Gursoy balkişan ser guherîna di zagona meşan û çalakiyan de pêk hatî û di Rojnameya Fermî de hat weşandin û wiha got: "Qedexeyên di demên dewa yên civînan dernekevin pêşberî me em dê mitînga xwe bikin."

'Divê em bên cem hev û dengê aştiyê bilind bikin'

Gencay anî ziman ku piştî AKP bi tena serê xwe nebû desthilatdar dest bi zimanê provokasyonê kir û Tirkiyeyê ber bi şerekî navxweyî ve dibe û wiha got: "Niha li 7 bajarn 40 herêmê qedexe kirin. Em ev pêkanîn di salên 90'î de dîtin. Tenê rêxistin nemimkûne dengê aştiyê li tevahî civaka Tirkiyeyê belav bike. Ji ber vê yekê divê em bên cem hev û dengê aştiyê bilind bikin. Em bi van şer nadin kirin."

'Di pêvajoyê de em alî ne'

Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî diyar kir ku ew li hemberî konsepta şer a AKP'ê bi guman in û li hemberî polîtîkayên şer ên AKP'ê dê heya dawî têkoşînê bikin û aştiyê biparêzin û wiha got: "Her bombe û guleya tê avêtin ji keda kedkarên vî welatî tê girtin. Em di vê pêvajoyê de alî ne." Parlementerê CHP'ê Oguz Kaan Salici jî diyar kir ku hikûmeta demî biryara şer girtiye û divê hemû kesên li dijî şer tevlî Mitînga Aştiyê bibin û dengê xwe bilind bikin.

Parlementera HDP'ê Beyza Ustun jî diyar kir ku di mijara aştiyê de bi biryar in û alî ne û wiha got: "Em ji bo atşiyê înşa bikin alî ne. Lîstikekî şer tê lîstin. Ev lîstik bi fermanên Serokomar didome. Balafirgeha Amedê weke baregeha leşkerî bikartînin. Bombebaran didome. Yekemîn Çiyayê Cudî şewitandin, pişt re Lîce û Pasur şewitandin. Herî dawî li Pirsûsê 32 ciwanên me qetil kirin. Di nava hefteyekê de senaryoya şer amade kirin û dilîzîn. Em duh li Lîcê bûn. Mal hatine şewitandin. Li wir sewal hatine şewitandin. Dê hesaba van sûcan bidin." Beyza anî ziman ku divê hemû civak li hemberî polîtîkayên şer ên AKP'ê ji bo aştiya civakî dengê xwe bilind bie.

(zt)