Dayîkên aştiyê doz li Devlet Bahçelî vekirin
13:52
JINHA
AMED - Dayîkên Aştiyê derbarê Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî de ji ber ji hilbijarên HDP'ê re got, "Bêşeref" li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kirin.
Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Amedê di derbarê Serokê Giştî yê MHP'ê Develet Bahçelî de ji ber di derheqê hilbijarên HDP'ê de gotiye, "Bêşerefên li ber behrê vîskiyê vedixwin û deng dan HDP'ê bila niha bi HDP'ê re koalîsyonê ava bikin" serlêdana sûc kirin. Dayîkên Aştiyê yên li ber avahiya Edliyeya Amedê hatin cem hev berî serlêdanê bikin daxuyanî dan çapemeniyê. Dayîka Aştiyê Sultan Koyun diyar kir ku li hemberî hilbijartên HDP'ê ji hilbijartinê heya niha heqaret, kin û nefret pêk tê û wiha got: "Peyva Bahçelî got weke dayîkên aştiyê em bikarnaynin. Ji ber vê nefretê em derbarê Bahçelî de serlêdana sûc dikin."
Piştî daxuyaniyê Dayîkên Aştiyê daxwaznameyên serlêdana sûc teslîmî Serdozgeriya Komara Amedê kirin.
(zt)