Zeynep Saruxan: Jina têkoşer erkê xwe ê dîrokî bi cih anî
09:14
Ebîr Ehmet /JINHA
QAMIŞLO - Piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê yên ser bajarê Hesekê û hêzên YPG/YPJ'ê bi berxwedaniyek mezin bajar ji çeteyan rizgarkirin. Derbarê êrîşên çeteyan û koçberiya gel a di nava şert û mercên zehmet de pêkhatî, Endama Meclîsa PYD'ê a Kantona Cizîrê Zeynep Saruxan axivî. Zeynep diyar kir ku di wê pêvajoyê de jinan pêşengî kirin. Endama Meclîsa Rêveberiya PYD'ê ya bajarê Hesekê Ruken Yusif jî da zanîn ku gelê kurd û ereb li hember çeteyan bi hev re şer kirin.
Berxwedaniya şervanên YPG/YPJ'ê li hember çeteyan bê navber didome. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîş birin ser bajarê Hesekê, hêzên YPG/YPJ'ê bi hemleya rizgarikirina bajarê Hesekê tevgerîn û bi piştgiriya dayikan bajar ji çeteyan hat paqij kirin. Welatiyên ku ji ber êrîşên çeteyan neçar dimînin koç bikin rastî gelek zor û zehmetiyên jiyanê tên. Derbarê êrîşên çeteyan û li hember wê berxwedaniya gel û hêzên YPG/YPJ'ê de Endama Meclîsa PYD'ê a Kantona Cizîrê Zeynep Saruxan û Endama Meclîsa Rêveberiya PYD'ê ya bajarê Hesekê Ruken Yusif nirxandin kirin.
'Baweriya gel bi hêzên YPG/YPJ'ê tê'
Zeynep wiha axivî: "Di serî de em deyndarê hêzên YPG/YPJ'ê ne. Ji ber bi fedekariyek mezin cardin bajarên me ji deshilatdarên DAIŞ'ê rizgar kirin." Zeynep derbarê rewşa gel de wiha got: "Piştî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê gel neçar man ji cih û warê xwe bin û dest bi koçberiyê bikin. Gelê me hem ji bajarê xwe bûn hem jî gelek windahî dan. Çeteyên DAIŞ'ê gelek mal rûxandin ji xwe armanca wan herdem xirab kirine. Li hember vê yekê piştî ku bajarê Hesekê ji çeteyan hat paqij kirin, hêdî hêdî gel vedigere malên xwe û cihê ku hatine rûxandin ji nûve avadikin. Baweriya gel bi hêzên YPG/YPJ'ê heye."
'Jina têkoşer erka xwe a dîrokî bi cih anî'
Zeynep balê kişand ser rola jin ya di nava şoreşa Rojava de û wiha got: "Jin di şert û mercên herî giran de erkên xwe anî cih. Li aliyê din dayikên me hene ku fedekariyên mezin dan raber kirin. Her dem xwarin ji bo şervanên azadiyê amede dikirin û bi destê xwe dibirin çeperên şer. Hêviya hemû jin û dayikan rizgariya bajarê Hesekê bû. Jina têkoşer erka xwe a dîrokî bi cih anî. Hêza ku bi piştgiriya gelê xwe mezin bibe ew hêz tu car têk neçe."
'Di çeperan de gelek ziman heye lê armanc yeke'
Endama Meclîsa Rêveberiya PYD'ê Rûken Yusif qala têkoşîna hevpar ya gelan kir û wiha pêde çû: "Gel li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê carek din bi rihek hevpar rabûn û di demên herî zehmet de dest dan destê hev û di çeperên şer de berxwedaniyek mezin nîşan dan. Nêzîkatiyên berê ên digotin 'Gelê Ereb û Kurd nikarin bi hev re bijîn' vala hat derxistin û serkefitnên dîrokî bi destxis in. Di çeperan de gelek ziman heye lê di armancê xwe de yeke"
'Li hember DAIŞ'ê jina têkoşer heye'
Rûken da zanîn ku gelê Ereb rastiya çeteyên DAIŞ'ê piştî êrîşê ser wan pêkhatiye nasikirine. Rûken her wiha diyar kir ku jinên Ereb êdî di binesaziya xweseriya demokratîk de bi aweyek aktîf tevlî xebatê dibe û got: "Di hemleya berxwedanê û rizgarkirina bajarê Hesekê de jin bi taybet bê hempa tevlîbû û berpirsyara avakirin û pêşvebirina xebatê da ser milê xwe. Jin ji her demê zêdetir tevlî hêzên parastina cewherî dibin vê demê de. Di pêvajoya herî zehmet de jinan erkên xwe ya dîrokî bi cih anî. Rastiya jin bi hebûna jin tê avakirin. Gelê me piştî vegerîn wê rêxistina xwe bi hêztir bikin û xebatên hevpar ên parastinê avabikin û xwe li hember hemû êrîşên ku pêkwerin amede bikin."
(rb/rc)