Cenazê Sahîp ê bi mayînê jiyana xwe ji dest da hat oxirkirin
09:15
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê welatiyê bi navê Sahîp Akıl ku bi maşîna xwe ser mayinê de çu bû û jiyana xwe ji dest da bû bi durêşmên ’Kujer Erdoxan’ hat defin kirin.
Li Cizîrê welatiyê bi navê Sahîp Akıl ku li Taxa Nur pêl mayinê kiri bû û jiyana xwe ji dest da bû ji aliyê hezaran kesî ve hat defin kirin. Cenazê Sahîp li ser rêya Hezex’ê ji aliyê bi hezar kesî ve hat pêşwazî kirin. Girseya ku di navê de parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz, Hevseroka Şaradariya Cizîrê Leyla İmret, Hevserokê HDP,DBP’ê û MEYA-DER’ê jî tê de heta goristana Şehîd Bêrîvan meşiyan. Di meşê de pankartên ku wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Sahîp Akıl li ser bû hat vekirin û dayîkan bi yek dengî got: "Kujer Erdoxan.” Li goristanê bi merasimekê cenazê Sahîp denfinkirin.
‘Divê em nobeta aşitiyê bigrin’
Di merasimê de Hevserokê MEYA-DER’ê Mele Qasim Yixit axivî. Mele Qasim diyar kir ku Sahîp kesekî kedkar û welatparêz bûye û kuştina wî diyar dike ku êdî nobeta aşitiyê ferz e. Mele Qasim bang li her kesî kir ku ji bo ku kes êdî nê kuştin her kes li taxa xwe nobeta aşitiyê bigre.
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî diyar kir ku ew bi salan berdêlên giran didin û wan hêvikiriye ku ew jiyanek bi rumet ava bikin û wiha got: "Lê hêzin li dijî mirovahiyê van hêviya ji me re zêde dîtin.” Feysel ji dayika Sahip re got ku tu cudahiya kurê wê û 13 şervanê ku bi rojan di deriyê sînor de dan sekinandin tine ne û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Sahip jî wek deh hezar şehîdê vî welatî şehîde û cihê wan bihuşte.”
Piştî faysal birayê Sahip Avdila Akıl jî anî ziman ku birayê wî şehîdê 4 perçê kurdistanê ye. Avdila gotinê Serokomar Recep Tayîp Erdoxan bi bîr xist û wiha got: "Te digot em sivîlan na kujin vaye sivîl.”
Piştî axaftinan Sahîp sipartin axê û girse ji bo taziyê çu mala Gel a taxa Cudî.
(ma/zt)