Jin di tekoşîna aşitiyê de bi biryar in

12:24

JINHA

STENBOL - Bloka Aştiyê li hemberî dîrektîfên Serokomar ên şer in û ji bo aştiya civakî dê têkoşînê bikin. Bloka Aştiyê got ku ew dê di 9'ê tebaxê de li Stenbolê bi dirûşmeya "Li hemberî şerê AKP'ê em dê aştiyê înşa bikin" mitîngê li dar bixin. Jin di nava Bloka Aştiyê de hêzek xurt e. Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Beyza Ustun wiha got; "Em weke jinên di nava Bloka Aşitiyê di cîh digrin ji bo aşitiyê avabikin bi bibiryan in, hetanî aşitî ava bibe emê yekitiya din ava xwe de mezin bikin û riya xwe ber devam kin."

Bloka Aştiyê li hemberî dîrektîfên Serokomar ên şer in û ji bo aştiya civakî dê têkoşînê bikin. Bloka Aştiyê got ku ew dê di 9'ê tebaxê de li Stenbolê bi dirûşmeya "Li hemberî şerê AKP'ê em dê aştiyê înşa bikin" mitîngê li dar bixin. Derbarê xebatên jinan da Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Beyza Ustun nirxandin kir. Beyza wiha axivî; "Em ne tenê bi têkelên HDP'ê HDK'ê û kesên giringiyê didin aşitiyê re tekoşînê dimeşin. Hemû jin em bi hevdira dimeşin." Beyza da zanîn ku wan li Lîcê û gundan û şewata daristana lêkolîn kirine û ev tişt got; "Hemû erîşên pêk hatine me di cîh de tespît kirin. Hemû tespîtên me ji şahîda re hatiye kirin û rast in. Hevgirtina ku ji bo êrîşa hatiye çêkirin ne tenê ji bo rawestina êrîşa ye."

'Ji bo jiyaneke wekhev em aşitiyê ava bikin'

Beyza ji bo aşitiyê ev tişt anîn ziman; "Aşitî divê qet mal neyên şewitandin,daristan neşewitin,ciwan nemirin,gelên ku neyên kuştin,azadiya ku bê sînor be. Bloka Aşitiyê ku destur nede dîrektîfên Serokamar ên şer û dîsa deshilatdarên aboriyê yên ku dixwazin xwe li şer mezin bikin." Beyza axaftina xwe wiha dom kir "Hukumet ji bo desthilatdariya xwe bidomîne azadiya gela tune dike. Em jî dijberî gotinên wan in. Divê kes nemire,ji gel kes nemire,ciwan nemirin,divê hemû kes jiyaneke wekhev ji yaneke bi rûmet em ava bikin em li ba hev in."

'Jin li hemberî şer mê minnet tekoşînê dikin'

Beyza diyar kir ku di vê demê de ji bo aşîtî saz bibe gelek bar dikeve ser milê jina û got; "Jin li hemberî şer tekoşînekê bê hempa dide. Jin bi hevdira ne û aşîtî pir bi nêz e. Beyza bang jina kir ku jin alîgir in,alîgirê aşiti ne. Em şer naxwazin. Ez bawerim aşitî hemû bêşên civakê qebul bike û wekî aşîtî bê ecibandin kes nikare şer derxe."

'Şer li ser jina amûra zordariyê ye'

Endama Koordinasyona Bloka Aşitiyê Sevdap Akdag jî destnîşan kir ku divê jin cîhê lê şer heye dengê xwe bilind bikin û tekoşîna aşitiyê heman demê tekoşîna jinê ye jî. Sevdap got; "Li tirkiyê di serî de jin,mexdurên şer,karkerên ku ji şer zirarê bibinîn,karker,ciwan,pir û kal divê vî şerî re bibêjin "Na" ev şer ne şerê meye. Bandora şer herî zedê li ser jinan çêdibe. Ez bangî jina dikim ku bibin aktîvîstên aşitiyê û tekoşînê xurt bikin."

(pk)