TEV-DEM û heyata Ereb an bi hev re runiştin
12:48
JINHA
QAMIŞLO - Rêveberiya TEV-DEM'ê li bajarê Qamişlo hevdîtin bi heyatên Erab re pêk anî û êrîşên dewleta Tirkiyê şermezar kirin.
Ji rêveberiya TEV- DEM'ê Abdulkerim Selo Mihemed, Ferhat Tilo, Bişar Dewrêş li bajarê Qamiloyê bi heyetên Ereb Mecîdel Alzehir, Abdulrezaq Altenî, Şihab Alebodela, Emer Aledan û Merwa Cimal re hevdîtinek pêk anî. Di nava ciwinê de gelek nirixandinên siyasi û ciwaki yên ji bo serkeftina Rojava hatin kirin. Her wiha girêdayî êrişên dewleta tirk ser gelê Kurd de jî nirsandin hatin kirin.
Ji rêveberiya PYD'ê Bişar Derweş bi nave rêveberiya TEV-DEMê wiha nirxandin kir: "Em 6 rêxistin bin banê TEV-DEM'ê de cih digrin û xebatê hevbeş dikin. Ji bo hevditina rexistina Ereb û Suryan re bikin bi rêya ki rexistine em ziyareta wan heyeta dikin. Ji bo helwesta wan a êrîşên dewleta Tirkiye yên berfiran ser Rojava û Suriye". Bişera Derwêş jî got: "Di êrişa dewlat Tirk ser gelên Sûriyê û bi taybet ser aliyê Efrin û Kobanê tê kirin. Wek tê zanîn ku belafirên dewlata tirk ket hûnderî sînorê Suriyê û Başurê Kurdistanê û li Qadên Parastina Medyayê ser gelên sivîl komkujî kirin û taybet jin qetilkirin. Ew mijar pêwiste di milê siyasî da were nerxandin bi hêzên hevbeş yên li Rojava jiyan dikin re. Ji ber ku projeya nav netewî ji bo pêşxistina sistema xweseriya Demoqratik ve girêdayiye." Bişar bang li heyeta Ereb kir ku li hember talanên dewleta tirk ser suriye û Rojava şiyar bin.
Rêvebera jinên Ereb Merwa Cemal ji bi nave heyeta Ereb axifi û got: "Weke rexistina heyata Ereb bi awayek azad li Rojava di jîn, em êrîşên Dewleta Tirkiye ser sinorê Rojava qabul nakin. Ji ber ku êrîşên li ser Kantona me disa êrişkirina sînorê Bakur, başur xeteri li ser ciwaka me ya Ereb, Suryan û Kurd dike."
Merwa Cemal jî bang li hêzên di Rojava de bi hevre şer dikin kir û got: "Yekitiya xwe bidomîmin û tekoşina xwe hin xurt bikin."
Di berdevamkirina ciwinê de reveberiyen saziya TEV-DEM'ê û heyeta Ereb gehiştin encamek hevbeş. Dê li hember hemû awayên êrîşan bi hev re li ber xwe bidin.
(rb)