Li Silopiya hijmara kesên di êrîşên polîsan de jiyana xwe ji dest dan gihişt 3 yan
13:36
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopiyê di êrîşa polîsan a ku serê sibehê dest pê kir de welatiyê bi navê Kamuran Bîlîn jî jiyana xwe ji dest da bi vî rengî hejmara kesên hatin hatin qetilkirin derket 3'yan. Polîsan bi tankan ketin taxê û deriyên malan şikandin welatî bi derbkirinê binçav kirin û malekî din jî ji aliyê polîsan ve hate şewitandin.
Li navçeya Sîlopiya Şirnexê polîsan li taxa Zapê êrîşên ku serê sibehê dan destpêkirin didome. Polîsên ku bi tankan ketin taxê bi wesayîtên zirxî jî rastarast tax gulebaran kirin, bi ser malan de digirin. Hate hînbûn ku polîs deriyên malan dişikînin û welatiyan binçav dikin. Welatiyên ku li Midûriyeta Polîsan a Sîlopiyê tên rawestandin li vê derê îşkence tê kirin. Sekvanên ku li ber avahiyan hatine bicihkirin dema tevgerek li taxê çêbibe gulebalan dikin. Li taxê kesekî din ji singê xwe hate birîndarkirin. Polîsan li Qada Başakê malekî din jî şewitandin. Malbata ku xwestin ji malê derkevin derve jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîs nahêlin welatî şewatê vemirînin. Hate hînbûn ku li malê zarok jî hene.
Gelê Sîlopiyê jî sekna xwe ya li Qada Başakê ya taxa Cudiyê didomînin. Ji ber ku polîsan rasterast derûdor gulebaran dike gule tên vî qadê jî.
(ma/zt)