Li ber derê Edliyeyê bi gaza îsotê mudaxeleyî parêzeran kirin
14:12
JINHA
STENBOL - Polîsan êrîşî parêzerên OHD'ê yên ji bo şermezarkirina girtina parêzer Denîz Surgut li ber Edliyeya Stenbolê hatin cem hev, kirin.
Endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ji bo şermezarkirina hempîşeyên wan parêzer Denîz Surgut ê ku li Hezexê hat girtin li ber Edliyeya Stenbolyê ya Çaglayanê hatin cem hev. Polîsan bi gaza îsotê êrîşî parêzerên ku xwestin li ber edliyeyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, kirin. Hat ragihandin ku polîsan bi lêdanê hewl dan parêzeran ji ber edliyeyê dûr bixin. Parêzeran li hemberî êrîş polîsan bi berzkirina dirûşma "Li hemberî faşîzmê mil bidin milê hev" êrîş şermezar kirin û dest bi çalakiya runiştinê kirin.
Gengeşiya li ber edliyeyê didome.
(zt)