Li Rojava bi pêşengîya jinan Navenda çandiniyê hat vekirin
15:31
HESEKÊ - Li bajarê Hesekê yê Rojava di nava xebatên hevpar de bi pêşengiya jinan Navenda çandiniyê hat vekirin.
Desteya çandinî û avdanê li Kantona Cizîrê beşeki nû ye a çandiniyê li bajarê Hesekê li taxa Til Hecer ê vekir. Armanca wê xebatê ewe ku, xwesteka gel a çandiniyê pêşbixin, pêdiviyên wan dabîn bikin û di nava wê xebatê de hêza jinan bidin nîşandan. Weke tê zanîn jin jî destpêka ciwakbûnê heya niha bi çandinêye re mijul bûye. Her wiha di vekirina Navends çandiniyê, hevseroka tevgera civak a demoqretîk Nurcan Hesen û nûnerên partiyên siyasî têde amade bûn. Vekirina navendê, bi deqeyek rêzgirtina ser giyana kesên di şoreşa Rojava û tevahî tevgera azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pêkir. Li vêderê hevSeroka çandiniyê a bajerê Hesekê Şeristan Meyş axivê li ser giringiya wekirina navanda çandiniyê û her waha rizgar kirina bajare Hesekê wiha axivî: "Îro vekirina vê navenda çandiniyê em deyîndarê tekoşerên YPG/YPJ'ê ne. Ji bo wê jî wekî jin em vê gavê bilinbikin û heta dawiyê emê xebatê pêş bixin."
Şerstan bal kişan ser rola jinan di nava afirandina çandîni yê de û wiha domand: "Weke jin tişta ji me tê xwastin ev plansaziya vekerina navenda çandiniyê ye ku bi pêşengtiya jinên Hesekê hat kirin." Şaristan bang li hemû jinên ku tevlî xebatên wan nebûne kir ku xwe bigihînin wan.
Jina bi navê Bêrîtan Mecdel jî nêrînên xwe wiha anî ziman: "Ev gavek pir piroze li bajarê Hesekê. Di nava şoreşa Rojava ya sê salin berdewam diki de pêdiviya me bi vekirina navendek wiha hebu. Ez vê vekirina vê navendê gelek giring dibînim bi tayîbetî jî ji ber bi pêşengiya jinê hatiye vekirin. Ji ber wê jî weke jin çî ji destê min bê ezê bikim."
(rb)