Ilham Ehmed: Herêma tampon îşkala Suriye û Rojavaye

17:01

JINHA

EFRÎN – Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ilham Ehmed diyar kir ku armanca hikûmeta Tirkiyeyê ji avakirina herêmeke tampon ew e ku serweriya xwe li tevahî bakurê Sûriyeyê bike û êrîşên xwe li dijî gelê Kurd li Sûriyeyê bide dest pê kirin.

Derbarê rewşa siyasî ya Rojava û Sûriyeyê de û hewldanên hikûmeta Tirkiyeyê bi avakirina herêmeke tampon li herêma Ezazê, Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ilham Ehmed di hevdîtinekê de ji ANHA’yê re axivî. Ilham di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser agahiyên di dezgehên çapemeniyê de derbarê îmzekirina hevpeymanekê di navbera dewleta Tirk û Emerîka de hatine weşandin, diyar kir ku avakirina herêmeke tampon li herêma Ezazê ya bakurê Sûriyeyê di bin bihaneya peydakirina herêmek bi ewle ji bo welatiyên Sûriyeyê û şerê li dijî komên çete û wiha got: “Rastiya vê yekê berûvajî ye. Tirkiyeyê bi avakirina herêmeke tampon hewl dide herêmê dagir bike û plana avakirina impratoriya Osmaniyan nû bike û serweriya xwe li ser Sûriyeyê zêde bike.”

'Armac îşkala Suriyê ye'

Ilham di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk ti carî hêzên radîkal û hilweşandina rêjîma Baasê hedef nagire û ji ber girîngiya dîrokî û aborî ya bajarê Helebê, armanca wê tenê serweriya xwe li ser parêzgeha Helebê zêde bike û wiha domand: “Em wekî TEV-DEM vê projeya Tirkiyeyê ku destdirêjiyê li tevahî pêkhateyên Sûriyeyê dike, bi temamî qebûl nakin. Em piştrast in ku ev proje dê rastî nerazîbûna navnetewî, erebî û herêmî ji bilî aliyên girêdayî hikûmeta Tirkiyeyê yên wekî Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê were.”

'Herêma tampon êrîşa ser Rojava ye'

Ilham diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê bi avakirina herêmeke tampon dixwaze gelê Kurd li Rojava hedef bigire û pêkhateya Tirkmen bixapîne û AKP’ê hewl dide pêkhateya Tirkmen ji xwe re wekî amûr ji bo pêkanîna pilanên xwe bikar bîne û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Biratiya dîrokî ya di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de kevin e û dê berdewam bike. pêkhateya Tirkmen ti carî bi van siyasetên ku destdirêjiyê li biratiya gelan dikin, nayê xapandin. Hemû hewldanên hikûmeta Tirkiyeyê ew e ku pêkhateyên Sûriyeyê li dijî hevûdu bide şerkirin.” Ilham got ku avakirina herêmeke tampon projeyeke destdirêjiyê li sînorên Sûriyeyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dike û li dijî hemû hewldanên çareseriya aloziya Sûriyeyê ye û divê hemû hêzên demokrasîxwaz li hemberî vê projeya Tirkiyeyê destên xwe bidin hev û rê li pêşiya tevliheviyê bigirin.

Ilham derbarê çareseriya aloziya Sûriyeyê de jî di axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Projeya ku TEV-DEM’ê di 15’ê adara 2015’an de pêşniyar kiriye, çareseriya herî guncav ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye û ev proje şerê nijadperestî û şovenîstê dike û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê diparêze. Ev projeya TEV-DEM’ê hemû pêkhateyên Sûriyeyê hembêz dike û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de diparêze. Her wiha sîstema demokratîk a nenavendî, rêveberiyên xweser ên her pêkhateyekê misoger dike.”

Ilham da zanîn ku ji bo aloziya Sûriyeyê bête çareserkirin divê projeya TEV-DEM’ê bête pêşxistin û hevgirtina pêkhateyan li hemberî pilanên dagirkirin û desthilatdariyê bêtir bête xurtkirin û bi yek destî li hemberî êrîşên hov berxwedan were bilindkirin.

Ilham destnîşan kir ku ji ber destkeftiyên gelê Rojava, Koalîsyona Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyeyê û partiyên kurdî yên di bin banê wê de nerazîbûna xwe nîşan didin û êrîşên xwe li dijî gelê Kurd û pêkhateyên Rojava zêde kirine. Ilham destnîşan kir ku bi hemû hêza xwe û bi alîkariya hikûmeta Tirkiyeyê hewl didin rastiyan berûvajî bikin û tevliheviyê di navbera pêkhateyên Rojava de derbixin.

Ilham axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tişta ku niha herî zêde tê xwestin ew e ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê destên xwe bidin hevûdu û kevirkoşeya avakirina Sûriyeya pêşerojê bi hev re bi cih bikin û demokrasiyê û parastina welatiyan ji xwe re esas bigirin.”

(zt)