Dayîka leşkerê jiyana xwe jidest dayî: Ma canê zarokên me ewqas erzane?
17:02
JINHA
WAN - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê çûn serdana dayika leşkerê bi navê Abdulhalît Araz ê li Sîlopiyê di çalakiya li hemberî qişleya leşkerî jiyana xwe ji dest da û sersexî xwestin. Dayika Araz, Şefkiya Araz di serdanê de ev tişt got: "Gelo Erdogan dikare kurê xwe bişîne leşkeriyê? Na. Bi şandina kurê min hûn dizanin bibin sedama mirina wî. Êdî bes e ez aştiyê dixwazim."
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo leşkerê bi navê Abdulhalît Araz ê li Sîlopiyê di çalakiya li hemberî qişleya leşkerî ya di 4'ê Tebaxê de pêk hat jiyana xwe ji dest da. Dayikan ji bo malbatê ser saxî xwestin û li ser navê dayikan Garîp Erînç axivî got ku ji bo ev şer bê rawestandin divê gelê kurd zarokên xwe neşînin leşkeriyê.
Dayika Araz, Şefkiye Araz jî wiha got: "Êdî bes e, ez ji we rica dikim, ez aştiyê dixwazim. Cîgera min şewitî, bila cîgera dayikên din neşewite. Min ev êş kişand bila tu kes nejî. Gelo Erdogan kurê xwe dikare bişîne leşkeriyê? Na. Ji ber ku em hemû kurd in tên kuştin. Gelo cigera Erdogan wekî min dişewite? Na. Ez aştiyê dixwazim. Ez naxwazim zarokên tu kesan bimirin. Bila xwîna kesekî neyê rijandin."
Araz bilêv kir ku kujerê kurê wî Serokomar Tayyîp Erdogan e û bi gotina "Ez bang li Emîne Erdogan dikim, kurê te jî hene, tu jî dikarî kurê xwe bişînî leşkeriyê. Bi şandina kurê min hûn dizanin bibin sedema mirina wî" nerazîbûna xwe anî ziman.
Piştî axaftinan bi duruşma "Em şer naxwazin aştiyê dixwazin" Dayîkên Aştiyê ji cihê taziyê derketin.
(zt)