Li Amedê jinek û birayê xwe hatin qetilkirin

17:38

JINHA

AMED - Li Amedê jina bi navê Zeliha Guvendik û birayê xwe ji aliyê Dursun Cansiz ve hatin qetilkirin. Paşê qatil xwe intihar kir.

Li Dawira hijmara 24 a Bloka B ya Sita Saray a ser Cadeya Nazim Hikmet a navçeya Peyasê di saet 14.00'an de buyer derket. Li gorî îdiayan Dursun Cansizê 31 salî hevalê Zeliha Guvendik a 30 sali buye. Dursun bi çekê ket hindirê mala Zeliha û ser malbata wê de gule barand. Li cihê buyerê Zeliha û birayê xwe yê 14 sali Cengizhan Guvendik jiyana xwe jidest dan. Dayîka wan Mukaddes Guvendik a 50 sali li gel peyiwirdarê ewlehiyê Nurettin Mutlu jî birîndar bûn. Qatîl Dursun paşê bi heman çekê xwe kuşt.

Mukaddes Guvendik û Nurettin Mutlu yên birîndar jî rakirin Fakulta Tibê ya Nexweşxana Zanîngeha Dîcleyê.

(zt)