Girtiyên PAJK'ê: Li ber çavê cîhanê AKP ser gelê kurd komkujiyan dike
09:10
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PAJK'ê di derbarê êrîşên AKP'ê yên ser gel de daxuyaniyek dan û wiha gotin: "Li ber çevên Cîhanê AKP û dewlet bi piştgiriya PDK'ê li ser gelê kurd qetlîam dike. Zarokên biçuk, jinên ducanî bi hovitiyek mezin hatin qetilkirin. Emê van qetlîama tu caran ji bîr nekin. Kirinên AKP'ê dê bom e bibe wesileya tekoşereke xurt."
Girtiyên PAJK'ê di derbarê pêvajoyê û êrîşên hikumeta AKP'ê ser gelê kurd de daxuyaniyek nivîskî weşandin. Ser navê girtiyan Kajîn Perî wiha axivî: "Li ber çevên Cîhanê AKP û dewlet bi piştgiriya PDK'ê li ser gelê kurd qetlîam dike. Li holê ye pêvajoya çareseriyê nema ye. li her dera Tirkiyê ser gelê kurd zor û zext didome. Girtin zêde bune, cenazê 13 şervanên azadiyê AKP'ê ne dida malbatê wan. Çiyayên Kurdistanê her roj tên bombe kirin.
'Emê van qetlîama tu caran ji bîr nakin'
Li gundê Zergelê 9 sivîl di bomberanê de bi hovitî hatin qetilkirin. Zarokên biçuk, jinên ducanî bi hovitiyek mezin hatin qetilkirin. Emê van qetlîaman tu caran ji bîr nakin. Kirinên AKP'ê dê bo me bibe wesileya tekoşereke xurt. Bi dilekî tijî hêrs emê di riya gelê xwe de bimeşin. Heta aşitiyeke mayînde bê navber di astek jor de tevlî bibin. Em van kirinên AKP'ê û Erdogan lenet dikin. Dê tevgera azadiyê ticarî desturê nede stratejî û projeyên wan yên tunekirinê têkevin meriyetê. Em girtiyên PAJK'ê destpêkê ji hemwelatiyên gundê Zergelê û tevahî gelê kurd re sersaxiyê dixwazin, ji birindaran re bi lezginî şifa dixwazin."
(zt)