‘Nahîde ya 10 salî xwe avêt ser birayê xwe yê birîndar lê gule li wê jî reşandin’
09:18
JINHA
ŞIRNEX - Serê sibê dayîkên ku despêkê bi ketina polisan ya hindirê taxan hesiyan wiha gotin: "Kesekî nizanibû ku polîs ketine mehelê me dayîkan kir hewar bi vî awayî xelk rabû. Bi wê qêr û hewara me polis hinek bi paş de kişiyan." Dayîka Nahîde ya 10 salî ku dema birayê wê birîndar kirin xwe avêt ser birayê xwe jî wiha dibêje; "Kurê min ket erdê keça mina 10 salî Nahîde Asula xwe avêt serê lê ji gule reşandinê ew jî ket ser cenazê birayê xwe.”
Duh di saetên serê sibê de polisan ser navçeya Silopiyan a Şirnexê de girtin, gel gulebaran kirin. Di encama gulebaran û şerê derket de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, gelek birîndar bûn, gelek mal şewitandin û gelek welatî jî girtin binçavan. Dewletê li Silopiya qetliam pêk anî. Sekvanê li ser baniyan li ser gelê Slopiya gûle barandin. Di encama gûle baranê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Di nava vê gûle baranê de zarokek 10 salî jî birîndar bû. Zaroka bi navê Nehîde xwe avêt ser birayê xwe yê birînda û ew jî hat birîndar kirin.
Li Slopiya polîsan qetliam pêk anî. Polîsê ku di setên serê sibê de ketin taxa Zapê gelek mal şewitandin, 3 kes qetilkirin û gelek kes jî birindar kirin. Her bûyera qewimî wehşeta hatî meşandin aşkere dike. Polîsan kesên ku xwestin birindaran bigînin nexweşxanê jî gule baran kirin û girtin. Disa hat ida kirin ku kesê di bin çav de rastî işkenceyên mezin hatine. Bûyera herî kambax jî gule baran kirina keça 10 deh salî Nahîde Aşula ye. Jina bi navê Perî Aşula diyar kir ku polîsan pêşî kurê wê birindar kirye û keça wê ya deh salî Nahîde dema xwe avêt ser birayê xwe hat gulebaran kirin.
Jina bi navê Perî Aşula wiha behsa birîndar kirina keça xwe û kurê xwe kir: “Li nexweşxanê sitaja kurê min Hesen hebû. serê sibê rabû xwest here nexweşxanê sitaja xwe bibîne. Dema ku ji mal derket li ser kurê min de gule reşandin. Kurê min ket erdê keça mina 10 salî Nahîde Asula xwe avêt serê lê ji gule reşandinê ew jî ket ser cenazê birayê xwe.” Perî got ku wan zarokê xwe kirye nav betaniyê biriye derê xestê li wê derê jî hatine gule baran kirin.”
‘Hevîrê min di destê min de bû mala min şewitandin’
Jina bi navê Melehet Aşula ku mala wê hatiye şewitandin jî diyar kir ku wê serê sibê hevîr kiriye ji bo bibe tendûrê û agir berdane mala wê wiha behsa bûyerê kir: "Min got ezê herim nanê xwe bi pêjim avêtin ser mala me. Em çawa ji malê derdiketin me gule baran dikirin. Em ne çar man ceraka din vegeriyan malê. Me bi zorê agir tefand. Disa jî fîşek berdan min. Min xwe avêt mala cînarê xwe, min xwe bi zorê xelas kir.” Melehet got ku mala wê şewitiye û ew gelek mexdur bûye lê dîsa ji ber ku tiştek bi zarokê wê û hevserê wê ne bûye ew şikir dike. Melehat destnîşan kir ku dilê wê ne bi mala wê ve ye dilê wê bi ciwanên hatî kuştin ve ye.
‘Despêkê dema ku polîs ketin hindirê taxê me dayîkan ferq kir’
Jina bi navê Melehet Alkiş jî diyar kir ku her kes razayî bûye û dema wan çêlekê xwe berdane ferq kirine ku polîs dikevin mehlê û wiha axivî: "Kesekî nizanibû ku polîs ketine mehelê me dayîkan kir hewar bi vî awayî xelk rabû. Bi wê qêr û hewara me polis hinek bi paş de kişiyan." Melehet da zanîn ku ew tiştên hastine kirin ji dewletê re nabîne û wiha dewam kir: "Êdî bese mirin em aşitiyê dixwazin”
‘Ev misilmantiya DAİŞ’ê ye’
Mehmet Armağanê temen mezin jî destnîşan kir ku kurê wî li ber deriyê mala xwe bûye û gule di derî de derbas bûye û li kurê wî ketiye. Mehmet wiha behsa bûyerê dike: "Kurê min Engîn birîndar kirin. Polis û DAİŞ bi hev re bûn êrişî me kirin." Mehmet da zanîn ku dema ku kurê wî Bereket Armaxan û Abdullah Armaxan Engin Armaxan dibirin nexweşxanê wî bi rê de girtin. Mehmet diyar kir ku dema kurê wî hatiye birîndar kirin ew li ser nimêjê bûye û dewletê wiha pirs kir "Ma ev misilmantiye. Ev misimantiya DAİŞ’ê ye.”
‘Birayê min ê birîndar dan ber pihînan’
Xuşka Engîn Leyla Yakaomar jî diyar kir ku li ber nexweşxanê gule li birayê wê reşandine , gaza isotê avêtine lê wê ji pare gav ne havêtiye û dev ji birayê xwe berneda ye û wiha axivî: "Ez çûm ser cadê gule li min reşandin lê min got ez ji birayê xwe ne çêtirim eger em bimirin jî bila em bi hev re bimirin. Birayê min birîndar bû serê wî dan ber pihînan ma ev însanetiye ne misilametiye du birayê min girtine, pismamekî min girtine ka xwedê zane çi kirine ji wan. Birayê min Evdila li ber nexweşxanê lê dan ket erdê nehiştin em pêva jî biçin."
(ma/zt)