'15'ê Tebaxê pêşî li jina Kurd vekir'

09:41

Dîdem Elî /JINHA

SERÊKANIYÊ - Endama Rêveberiya Asayîşa Jin ya Rojava Hesret Mihemed derbarê pêngava 15'ê Tebaebaxê de nirxandin kir. Hesret got: "Pêngava 15'ê Tebaxê hebûna gelê Kurd ji nûve avakir û bi taybet pêşî li jina Kurd vekir."

Endama Rêveberiya Asayîşa Jin a Rojava Hesret Mihemed derbarê têkoşîna çekdarî a ku PKK'ê di 15'ê Tebaxa 1984'an de dabû despêkirin de nirxandin kir û diyar kir ku Şoreşa Rojava bingeha hêza xwe ji 15'ê Tebaxê digre. Hesret got: "Pêngava 15'ê Tebaxê vîna gelê Kurd pêşxist û pêşî li şoreşê vekir û her wiha gelê Kurd ji nûve avakir. Bi taybet pêşî li şoreşa jinê vekir. Jina ku jêre mafê jiyanê tûne bû bi pêngava 15'ê Tebaxê ve pêşengiya şoreşê û berxwedaniya mezin pêk anî. Di dîrokê de tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mafê jinê parastiye û hebûna jin bi têkoşînê danî holê. Rêbertî civakê bi gotina 'Jin dikare bê civak bijî lê civak nikare bê jin jiyan bike' hişyar kir."

'Pêşî li serkeftinê vekir'

Hesret anî ziman ku ew pêngava 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd roja vejîn û hebûnê dibîn in û got: "Ji bona me rojek pîroze. Bi taybet ji bo jin girînge. Ji ber ku pêngava 15'ê Tebaxê gelê Kurd ji ber desthiladariyê xilas kir û pêşî li Serkeftinê vekir. Riya têkoşînê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber me vekir. Guleya yekemîn ji aliyê Fermandarê mezin Şehîd Egît ve hat avêtin. Pêngava 15'ê Tebaxê ji nûve vejîna gelê Kurd îfade dike. Banga min ji gelê Kurd ew e ku werin em dest bidin destê hev. Ji ber em şopdarên têkoşîna gelê Kurdin. 32 salin ji bo vî waletî têkoşîn û berdêl tên dayîn. Em wek jinên Rojava hîn zêdetir xwedî li têkoşînê derbikevin û asta têkoşînê bilind bikin."

(rb/rc)