Li Suran hilbijêran dawî li nobeta xwe anîn
10:48
JINHA
AMED - Bijarteyên HDP û DBP'ê li taxa Lalebey a navçeya Surê ya Amedê li hemberî dorpêç û provokasyona polîsan şevê nobet girtin.
Li taxa Lalebey a navçeya Sur a Amedê bijarteyên bajar û welatiyan li hemberî provokasyonekî polîsan û dorpêça polîsan li tax nobet girtin. Hevserokên DBP û HDP'ê yên Amedê, parlemengerên HDP'ê yên Amedê Nursel Aydogan, Çaglar Demîrel, Sîbel Yîgîtalp û Îmam Taşçier, hevşaredarên navçeyan, KJA û gelek welatî li ber Komeleya Hemwelatiyên Azad a Lalebeyê hatin cem hev û heya serê sibê li taxan nobet girtin.
Ji bo ti provakasyon neyên jiyîn nobet hatin girtin. Bi despêkirina serê sibê re nobedaran dawî li nobeta xwe anîn
(zt)