Operasonên qirkirina siyasî berdewam dikin: 22 girtin
13:25
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sêrt, Êlih, Semsûr û Bedlîsê di operasyonên qirkirina siyasî de 22 kesên ku di nav de siyasetmedarên HDP'ê jî hene bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Li Qersê jî Hevşaredara Tîgorê Şengul Erkem jî di nav de 16 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
SÊRT
Li Sêrtê di serdegirtinên malan de li taxên Çal, Bariş, Conkbayir, Dumlupinar û Afetê S.O., Z.E, û Mucahît Ozhan, Bariş Tuncay, Tajdîn Çaglar, Sîpan Batur û welatiyekî navê wî nehat hînbûn hatibûn binçavkirin û piştî ku karên midûriyeta polîsan bi dawî bû derxistin dozgeriyê. 7 kesên li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Sîpan Batur, Bariş Tuncay, Tajdîn Çaglar, Mucahît Ozhan û Z.E. bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin, 2 kes jî hatin berdan.
SEMSÛR
Li Semsûrê 14 kesên hatibûn binçavkirin jî îro serê sibehê derxistin dozgeriyê. Dema ku kesên binçavkirî anîn dozgeriyê bi sedan kes jî li ber edliyeyê kom bûn. Li dozgeriyê piştî îfade hatin girtin 5 kes bi şertê kontrola edlî û 9 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Alî Taşar, Şevket Sonmez, Şeyho Karataş, Nusret Erbay, Abdurrahman Çalaşir bi şerta kontrola edlî hatni berdan. Abuzer Kuçukşahîn, Sînan Doymaz, Bariş Coşkun, Kemal Yeşîlçayir, Lutfu Yoldaş, Mahmut Ozan Harmanci, Mazlum Harmanci, Serdar Kuçukşahîn jî hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê.
ÊLIH
Li Êlihê jî 7 welatiyên ku di 20111'an de bi hinceta tevli çalakiyên şermezarkirina YSK'ê bûne hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Welatiyên ku îfadeyên wan hatin girtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. murat Kuyumcu, Serhat Ekîncî, Orhan Dumak, Abdulkadîr Çelebî, Mehmet Çelebî bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin. Îzzettîn Kardaş û Hasan Demîrel jî hetin berdan.
5 kesên hatin girtin şandin Girtîgena Tîpa M a Êlihê.
BEDLÎS
Li navçeya Xelatê ya Bedlîsê Alaaddîn Tokova, Fesîh Guneş, Erol Ozkan, Nazmî Koçer, Sedat Ak, Maşuk Çîçeklî, Yaşar Baş, Kamuran Tokova û C.G. ê 16 salî yên di 3'yê Tebaxê de hatibûn binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî ku li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin Nazmî Goçer, Sedat Ak, Maşuk Çîçeklî, Yaşar Baş, Kamuran Tokova û C.G. hatin berdan. Alaaddîn Tokova, Fesîh Guneş û Erol Ozkan ê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin jî bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Bedlîsê.
QERS
Li navenda Qersê û navçeyên Selîm, Tîgor û Qaxizmanê 16 kesên ku di nav de Hevşaredara Tîgorê Şengul Erkmen, Hevserokê HDP'ê yê Tîgorê, Endama Meclîsa Şaredariya Qersê ya DBP'î Guldane Kiliç, rêveberên HDP û DBP'ê, rêveberên KA-YODER'ê jî di nav de ne di 5'ê Tebaxê de hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin derxistin dozgeriyê bi daxwaza "alîkarî dane rêxistinê" sewqî dadgehê kir û dadgehê jî bi şerta kontrola edlî biryara serbestberdanê da.
(zt)