‘Duh Zergelê İro Silopiya’

13:50

JINHA

ŞIRNEX - Li Silopiya 3 kesê ku duh ji aliyê polêsen hatî ketil kirin. Bi lorînên dayîkan ji aliyê bi deh hezaran kesan ve hatin oxir kirin. Dayîka Mehmed Xidir Tanboxa Zeynep Tanboxa diyar kir ku kurê wê bi tişort û telikê li ber derê malê qetilkirin.

Hamid Ulaş, Mehmet Xidir Tanboxa, Kamuran Bilin bi lorîkên dayika hatin oxir kirin. Duh sê kesên ku di encama êrîşên dewleta Tirk’de 3 sivîl hatibûn qetil kirin. Welatiyên hatî qetil kirin piştî kar û barên otopsiyê li Mizgefta taxa Nuh hatin şuştin. Di dema şiştina cenaze de dayîkan li ser zarokên xwe kilam gotın û lorandin. Piştî şuştinê girse meşiya heta Goristana Şehîdan. Di meşê de pankartên wê neyê kesê hatî kuştin hat vekirin û bê navber durêşmen “Şehîd namirin”, ”Tolhildan”, “ PKK gel e gel li vir e” hatin berz kirin. Li Goristan Şehîdan ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayî merasimek pêk hat. Di navê de parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Aycan İrmez, Leyla Birlik, Fehat Encû, Hevserokên DBP û HDP’ yên Silopiya Şirnex û Cizîrê, İHD, MEYA-DER, gelek saziyên sivil jî di nav de bi deh hezaran weşatî tevlî merasimê bûn.

‘Duh Zergelê İro Silopiya’

Merasima ku bi rêzgirtinê despêkir de axaftina despêkê Hevserokê MEYA-DER’a Cizîrê Mele Qasim Yigit kir. Mela Qasim diyar kir ku qetlîama ku li Surêcê despê kiri ye niha li Silopiya berdawam dike û wiha axivî: "Ev du rojen dewlet bi êrîşên herî hov bi ser gelê me de tên em wan şermezardikin” Mele Qasim balê kişan ser wehşeta DAİŞ li Rojhilata Navîn dike û ev tişt got: "Zîhniyeta DAİŞ’ê duh li Zergelê serê insanê me jê kir. Niha jî li Silopiya di nav kolanan de gelê me qetil dike.”

‘Gelê Botanê bersiva êrişan da’

Piştî Mele Qasim, Hevserokê HDP’a Şirnexê Sekvan Kilinç jî da zanîn ku tiştên li silopiya qewimî bi destê walîtiya Şirnex’ê pêk hatiye û wiha got: "Bira Serokwezir û serokomar vêya baş bi zanibin gelê Botanê tu cara serê xwe li ber wan na tewî ne”

Parlamantera HDP’ê Leyla Birlik jî berxwedana gelê Silopiya silav kir. Leyla da zanîn ku piştî 7’ê Xeziranê li herderê Kurdistanê êrîş despê kirine û ev tişt got:” Gelê Botanê doh bersiva wan da. Em bi şehîdê xwe hene û em soz didin wan em dibêjin emê her dem li pey şopa wan bin.”

‘DAİŞ’ê kurê min kuşt’

Malbatên kesên jiyana xwe ji dayî jî axivîn û diyar kirin ku şehêdê wan şehîdê kurdistanê ye. Dayika M. Xidir Tanboxa, Zeynep Tanboxa axivî û diyar kir ku kurê wê bi tena tişort û şimikê bûye û li mala xwe hatiye kuştin. Zeynep got ku Erdogan DAİŞ’ê bi ser wan de şandiye û wiha dewam kir: "Landê ku hatibûn ne pilaqê Şirnex bûn hemû ji cihê cuda hatibû û DAİŞ têde bûn. Kurê min çu ber derî gûle li singa wî xistin. Kurê min diçû dibistanê neçû bu şer. Ez ji xwedê rica dikim ku tiştê bi serê Sedam de hatiye bi serê wî de jî were kezaba wî ji weka a me bi şewite.” Zeynep herî dawî got ku deh zarokên wê hebin ewê her dehan jî di rêya Rêberê PKK’ê Abdyullah Ocalan de feda bike û sersaxiyê ji Abdullah Ocalan re xwest.

Pişti axaftina cenaze hatin defin kirin. Hêjayî gotinê bû gelek leşker û polês ji dur ve derdora girseyê dorpêş kiri bûn.

(ma/zt)