Çeteyên El-Nusra li Helebê Bitul a 14 salî qetilkirin

14:29

JINHA

HELEB – Çeteyên Cebhet El-Nusra li Helebê zaroka 14 salî Bitul Şerîf kuştin.

Li taxa Şeqîf ya Helebê zaroka keç a bi navê Bitul Şerîf a 14 salî ya ereb, bi guleya Sekvanekî çeteyên Cebhet El-Nusra birîn da bû. Bitul ji bo dermankirinê rakirin Navenda Heyva Sor a Kurdî, lê ji ber rewşa wê ya xeter ew veguhestin Nexweşxaneya El-Şear. Tevlî hemû hewildanên bijîjkan Bitul xilas nekirin û di encamê de jiyan xwe jidest da.

Cenazeyê Bitul li goristana taxa Şeqîf a Şêxmesûd hate defin kirin.

(zt)