KJK: Di pêşerojê de pêdiviya gelê hedef hatî nîşandan bi eniyek mezin heye
14:30
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJK'ê da xuyakirin ku AKP a nekarî serketina HDP'ê ya hilbijartinê daqurtîne, li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê biryara şerê topyekûn xistiye meriyetê û got, "Faşîzma AKP'ê îro li Kurdistanê şerê man-nemana xwe dimeşîne. Ji ber vê yekê ji Artvînê heta Silopiyayê, ji StenboLê heta Agirî, pêwîstî bi eniyeke mezin a berxwedanê heye ku rê nede faşîzmê."
Koordînasyona Komela Jinên Kurdistanê (KJK) ê girêdayî bûyerên duh li Silopiya hatin jiyan din di navê de 3 welatiyan jiyan xwe ji dest dan, gelek birîndabûn, gelek mal hatin şewitandin û gelek kes hatin binçavkirin de daxuyaniyek nivîskî weşand. KJK'ê da xuyakirin ku AKPê nekarî serketina HDP'ê ya hilbijartinê daqurtîne, li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê biryara şerê topyekûn xistiye meriyetê û got, "Di vê çarçoveyê de serkêşê AKP'ê Erdogan û ekîba wî, êrîşên li qadên siyasî, leşkerî û civakî gihandine asta herî bilind û xwe dixapînin ku dikarin bi vî rengî gelê me û tevgera me ya azadiyê bitepisînin. AKP a ku piştî komkujiya li Pirsûsê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de bi sedan mirovên me kir binçavan û li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşên hewayî kir, hevkariya xwe ya bi DAIŞ'ê re roj bi roj bêhtir piştrast dike. AKP a xwedî heman zîhniyetê çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst e, di çarçoveya konsepta xwe ya şerê topyekûn de polîtîkayên qetilkirina sivîlan dimeşîne."
'Dixwaze faşîzma xwe belavî hemu Kurdistanê bike'
"AKP'ê li ser vê bingehê li dijî gundê Zergelê êrîşa hewayî kir û 8 mirovên sivîl qeti kir. Li Silopiyayê jî duh serî li heman rêbaza qirêj da. AKP a ku dixwaze vîn û berxwedêriya gelê Kurd ê li dora têkoşîna azadiyê civiya ye bişikîne, bi vê armancê duh li Silopiyayê teror meşandiye. Çeteyên DAIŞ'ê li berxwedana gelê Silopiyayê yê rêxistinbûyî rast hat û 3 welatparêzên me qetil kirin, gelek mirovên me birîndar kirin, îşkence li birîndaran kirin û malên wan dan ber agir. Xwest heman tiştî li Amedê dubare bikin, lê di encama hestyariya gelê me de ev hewldan hatiye pûçkirin. AKP a dixwaze têkoşîna azadiyê ya Kurd bi dezgeh û lîstikên qirêj qels bike, li dijî mezinbûna tevgera me, weke çareya tekane şerê topyekûn dibîne" û ev yek destnîşan kir:
'Giyana berxwedanê armanc digire'
"Halbûkî bi bikaranîna vê rêbaza 20 salan ji aliyê kevneşopiya dewleat TC a qirêj ve hatiye ceribandin û bê encam maye re, dawî li xwe tîne. Çawa ku hikûmetên li şûna çareseriya pirsgirêka Kurd a bi bi awayekî adîl û demokratîk bêhtir şer kûr kirin yek bi yek tine bûn, AKP jî eger di neçareserî û polîtîkayên şerê qirêj de israr bike, wê heman aqûbetê bijî. Lê belê xuyaye Erdogan û ekîba wî ya bi her awayî hestê rastiyê winda kirine, hêviya xwe bi stratejiya şerê topyekûn ve girê dane. Ji ber vê yekê ye hema hema tevahiya Bakurê Kurdistanê di bin navê 'herêma ewlekariyê' de weke qada şer îlan kirine. Xuyaye dewlet dixwaze terora xwe li tevahiya Kurdistanê belav bike. Em bi pêleke nû ya êrîşê re rû bi rû ne. Di vir de armanca şikandina ruhê berxwedanê û bê mirov hiştina Kurdistanê ye. Pêkanînên faşîst ên weke operasyonên qirkirina siyasî, kuştina sivîlan, şewitandina daristanan, şewitandina malan, dewama konsepta 'ji bo tinekirina masî divê derya bê ziwakirin' ya salên 90'î ye. Pêwîste îlankirina 'herêmên ewlekariyê' gelek herêm Bakurê Kurdistanê, bi vî rengî were nirxandin."
'Divê eniyek mezin a berxwedanê bê avakirin'
KJK'ê destnîşan kir ku yekane rêya sekiandina êrîşên AKP'ê li her qadê mezinkirina berxwedana topyekûn e û got, "Pêwîste gelê me bi pêngaveke mezin a berxwedanê re bersivê bide vê pêngava faşîzmê. Li ser bingeha parastin û azadkirina hebûna xwe divê li dijî her şêwe êrîşan û hewldanên êrîşan xwe biparêze. Girîng e were zanîn ku her qada jiyanê bi gefê re rû bi rû ye û bi vê hişmendiyê mirov tevbigere. Eger pêwîstî pê hebe divê 24 saetan nobed were girtin. Li her qadê li dijî êrîşên AKP'ê xurtkirina xwe parastinê, ji her demê bêhtir pêwîst e. Ji parastina zindiyekî bi êrîşê rû bi rû ye bêhtir mafekî bi rewa û xwezayî nîne. Di vir de ya ne rewa, her şêwe dagirkirina Kurdistanê ye. Divê were zanîn ku hikûmeta AKP'ê dir ewşa heyî de ti rewabûna xwe ya qanûnî jî nîne, li Kurdistanê sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê dike.
Pêwîste raya giştî ya demokratîk a li Tirkiyeyê bi gelê me re bibe yek û bi vê hişmendiyê berxwedaneke hevpar nîşan bide. Ne ji bo piştgirîdayîna gelê Kurd, ji bo pêşeroja xwe, welatê xwe. Ji ber ku ya li Kurdistanê di oxira wê de şer tê kirin, pêşeroja tevahiya Tirkiyeyê ye. Faşîzma AKP'ê îro li Kurdistanê şerê man-nemana xwe dimeşîne. Ji ber vê yekê ji Artvînê heta Silopiyayê, ji StenboLê heta Agirî, pêwîstî bi eniyeke mezin a berxwedanê heye ku rê nede faşîzmê.
Weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd em bang li tevahiya jinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dijîn dikin ku li dijî faşîzma AKP'ê li ser bingeha neteweya demokratîk pêşengiyê ji eniya berxwedanê re bikin."
(zt)