Heyeta Silopi: Despêkek gelek metirsîdar heye

15:01

JINHA

AMED - Ji heyeta HDP'ê ya ku ji bo êrîşa polîsan a li Sîlopiyê lêkolîn bike Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ji bo ku birîndar negihîjin nexweşxaneyê polîsan hemû rê û rêbaz ceribandine û polîs li pey qatlîmaên komî de ne.

Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Feleknas Uca, Edîp Berk, Endamên Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê Dr. Ramazan Bulbul, Dr. Îbrahîm Halîl Mert û Hevseroka SES a Amedê Selma Atabey ên ku ji bo qatlîama duh polîsan li navçeya Sîlopiyê pêk anîn lêkolîn bikin çûbûn navçeyê vegeriyan Amedê. Di civîna çapemeniyê ya ku li avahiya KCD'ê pêk hat de Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku welatî ji aliyê polîsên birûpoş ve rasterast hatine gulebarankirin.

'3 welatiyan bi guleya polisan jiyana xwe jidest dan'

Meral bilêv kir ku sekvan li avahiyên bilin hatine bicihkirin û hersê welatiyên ku hatine qetilkirin wekî di nûçeyên çapemeniya tirk de tê gotin ne endamên YDG-H'ê ne. Meral da zanîn ku welatiyên ku hatine qetilkirin xebatkarên tenduristiyê, agirkuj in û ewil polis birine nexweşxaneyan û li ser vê yekê polîsan nexweşxane hatiye dorpêçkirin nehîştine birîndar bigihîjin nexweşxaneyê, bijîşkên ku xwestine birîndaran derman bikin ji aliyê polîsan ve bi kuştinê hatine tehdîdkirin. Meral da zanîn ku 9 welatiyên ku hatine binçavkirin jî kesên ku birîndar rakirine nexweşxaneyan e, welatiyên di bin çavan de rastî îşkenceyê hatine, ev îşkence ji aliyê parêzeran ve jî wêneyên wan hatine kişandin.

Meral got ku tabloya ku li Sîlopiyê dîtine ve tê xwestin ku qatlîamekî pêk bînin û ev tişt got: "Di vî atmosferê de bi awayekî şans bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest nedane. Ji ber ku polîs li pey qatlîaman e."

(zt)