KCD: Em bang li hemu kesimên li Kurdistanê dikin ku helwesta xwe diyar bikin
17:10
JINHA
AMED - KCD’ê li hember polîtîkaya şer a AKP'ê ku nerazîbûn nîşan da, xwest Mutabaqata Dolmabahçe bikeve pratîkê û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwest. KCD’ê operasyonên qirkirinê yên siyasî-leşkerî jî şermezar kir, banga “wergirtina helwesta neteweyî” li PDK’ê kir ji YE, NY jî daxwaz kir kul i hember sûcên şer ên Tirkiyeyê lêpirsînê veke.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)’ê encamnameya 7. Civîna Desteya Giştî ya Awerte aşkera kir. Di encamnameyê de hat gotin ku DAIŞ li serê civakan bûye bela û wiha dewam kir: “DAİŞ'in toplumların başına bela olduğunun vurgulandığı bildirgede, Hemû Rojhilata Navîn a Tirkiye û Kurdistan jî têde cih digirin, di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Dema ku pêvajoya bi navê 'Bihara Ereban' destpê kir, bi awayekî vekirî hat dîtin ku, daxwaz û xwestekên azadiyê yên civakên Rojhilata Navîn ên li hemberî dîktatoran, xwedî bingeheke bihêz û civakî ne. Vê rewşê hemû hesab û plansaziyên hêzên mêtinger ên navneteweyî û hevkarên wan ên heremê serobin kir. Sermayeya hegemonîk a cîhanê û alîgirên wan ên heremî li hemberî vê daxwaza rewa ya gelan, bi destê hêza herî hov û paşverû , xwe tevlî pêvajoyê kirin. Bêrêxistinî û tinebûna perspektîfeke îdeolojîk a gelên heremê bûye sedem ku, van hêzên hov û paşverû bi hêsanî heremê bikin bin kontrola xwe. Çeteya terorê ya bi navê DAIŞ’ ê, ji aliyê hêzên hegemonîk ve, di vê çarçoveya mudaxeleyê de hatiye afirandin û mudaxilê siyaseta Rojhilata Navîn hatiye kirin.”
‘Qirkirinên hatine kirin em bi tundî şermezar dikin’
KCD’ê diyar kir ku ev geşedan û pêşketinên li Rojhilata Navîn pêk hatin, herî baş ji aliyê gelê Kurd yê Rojava û rêxistina wê PYD û hêzên siyasî yên şoreşger ve hatin xwendin û got: “Bêyî ku bibin alîgirê hêzên hegemonîk an jî yên paşverû ku di navbera wan de hesabên qirêj ên berjewendiyan hebûn, rêyeke sêyemîn şopandin. PYD û hêzên şoreşger, bi têkoşîna xwe ya cewherî nîşanî hemû cîhanê dan ku, gelên Rojhilata navîn bi vê polîtîkaya azad û bêalî, dikarin li vê erdnîgariyê jiyaneke di nav aştî û aramiyê de biafirînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, ku pirsgirêka herî bingehîn a Komara Tirkiyeyê ye û ev sê sal in mijara muzakereyan e, ya li gorî ruhê vê pêvajoyê bû, divê Tirkiyeyê bi Rojava re têkiliyên xwe pêş bixista û alîkarî bida şoreşa Rojava. Polîtîkayeke bi vî awayî dê yekîtî û biratiya gelên me bi pêş bixista û di warê pêşveçûnên aborî, siyasî, civakî û demokrasiyê de firsendên mezin biafirandana.
Lê belê Dewleta Tirkiyeyê û hikûmeta AKP’ê dev ji polîtîkayên tinehesibandina Kurdan berneda û Kurd ji bo xwe wekî xetere dîtin. Encama vê polîtîkaya 90 salan ku li ser dijberiya Kurdan hatiye damezirandin, bi qasî Tirkiyeyê Rojhilata Navîn jî kir nav bêaramiyê.
Banga dîrokî ya ku Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de, ji bo raya giştî ya Tirkiye û cîhanê pêşkêş kiribû, di demeke wiha dîrokî de hatibû kirin. Êdî wê çek rawestiyana û fikir pêş biketana. Wê rêbaza nû ya têkoşînê, raman û siyaseta demokratîk bûya. Ji bo vê jî bi taybetî divê dewletê di warê zagonî de gavên pêwîst biavêtana. Lê mixabin di van sê salên ku çek rawestiyabûn de, dewletê peywira xwe bi cih neanî û tiştên ku diviyabû bikirana, nekirin. Vê helwesta awiqandinê ya xapînok, di nav gelê me û raya giştî ya Tirkiyeyê de, bû sedema bêbawerî û fikaran."
KCD’ê da xuyakirin ku pêvajoya çareseriyê bi fedakarî û sebreke mezin hatibû asteke girîng û wiha dewam kir: “Di nav gelê Tirkiyeyê de bawerî û bendewariyeke xurt afirandibû. Bi mutabaqata ku li Dolmabahçeyê ji aliyê heyeta Îmraliyê û rayedarên dewletê ve ji raya giştî re hatibû aşkerakirin, gaveke dîrokî hatibû avêtin. Lê belê bi gotina Serokkomar ku got ‘ez mutabaqatê nas nakim’, sozeke me ya heyeta şopandinê tinebû û piştre jî li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bikaranîna tecrîdê, û qebûlnekirina encamên hilbijartina hefteyê Hezîranê ya îradeya gelan, pevajoya çareseriyê bi temamî ji holê hate rakirin.
AKP’ê sêzdeh sal ev welat bi tena serê xwe bi rê ve bir. Di van sêzdeh salan de, hemû daxwaz, pêşniyaz û rexneyên demokratîk ên civakê, ji aliye AKP’ê ve bi rêjeya dengên ku ji sindoqê derketine, hatin çewisandin û civak hat bêbandorkirin. AKP’ê xwest, hemû pêkanînên xwe yên antîdemokratîk, kirinên xwe yên nelirê û dîktatoriyên xwe, rewa nîşan bide. Hilbijartinên 7’ê Hezîranê di heman demê de bi dengên xwe erêkirina gel a van hemû polîtîkayan bû. Gelê me bi îradeyeke mezin şaşiya van polîtîkayan, bi piştgirîdayina Partiya HDP’ê raxist ber çavan. Operasyona li heremên Qendîlê ku, kesên sivîl jî hatine hedef girtin û li gundê Zergelê 8 însanên me hatine kuştin, dîsa li Silopiyayê êrîşa li hemberî gel û qetilkirina sê mirovan û birîndarkirina bi dehan kesan, encama van polîtîkayan e. Em van hemû operasyonên hewayî û qetlîamên ku pêk hatin, bi tundî şermezar dikin."
Li gorî van nirxandinan ev xal hatin diyar kirin;
"Polîtîkayên AKP yên der barê Rojava de ku bi Tirkiyeyê didin windakirin divê terk bike û bi Rojava re têkiliyên xwe bi pêş bixe. Ev ê ji bo Tirkiye û Rojhilata navîn bibe sedema aştiyê.
-Divê Dewleta Tirkiyeyê û hikûmeta AKP’ê dev ji polîtikayên şer ên li hember gelê Kurd dimeşîne berde û demildest operasyonên siyasî, binçavkirin, girtin û înfazên bêdaraz ên li hember siyaset- medarên Kurd dimeşîne, bi dawî bike.
Em bang li dewleta Tirkiyeyê û hikûmeta AKP’ê dikin ku, li gorî hevpeymana Dolmabahçeyê tevbigere û xalên deklerasyonê yên ku li ser wan hatibû lihevkirin bi awayekî lezgîn, bixe meriyete.
-Ligel ku tê zanîn Rêberê gelê Kurd li Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn teminata aştiyê ye jî, ji roja ku li Îmraliyê dîl hatiye girtin heta vê demê pêkanîna tecrîdê ya li ser Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan, rewşeke ku bi ti awayî nayê qebûlkirin. Ji ber vê jî divê AKP û dewleta Tirkiyeyê tecrîda li ser Birêz Ocalan bide rawestandin û ji bo ku xebatên çareseriyê bigihîjin encamekê, şert û mercên muzekereyan bên amadekirin û Birêz Ocalan, serbest were berdan.
-Di pêvajoya çareseriyê de çêkirina kalekol û bendavan, di encama bombebaranê de şewitandina daristanan, valakirina gundan, xistina meriyetê ya polîtîkayên bêmirovhiştina erdnîgariya Kurdistanê ne û diyarkirina heremên taybet ên ewlehiyê. Bi taybetî jî destûr nedayîna spartina axê ya cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê, asta êrîşên dewletê datîne holê. Em bang li AKP’ê û dewletê dikin ku dev ji van polîtîkayên ku wê di nava gel de rê li ber qeyranê vekin û bibin sedema şikestinên mezin berdin.
-Em bang li AKP’ê dikin ku, dev ji polîtîkayên qirêj ên li parçeyên din ên Kurdistanê dimeşîne û parti- yên Kurd li hemberî hev dide şerkirin berde. Divê partî û rêxistinên Kurd jî hesasiyetên gelê me li ber çavan bigirin, bi taybetî PDK li hemberî êrîşên ku li ser axa Kurdistanê pêk tên divê helwesta xwe ya neteweyî nîşan bide. Dîsa hemû partî û rêxistinên siyasî ji têkilî û daxuyaniyên ku zerarê didin yekîti û hevgirtina me ya neteweyî berdin.
-Divê dewlet û hikûmeta AKP’ê, dev ji êrîşa li hember gelê Kurdistanê û şervanên azadiyê ku li hember çeteyên DAIŞ’ê têkoşîna rûmeta dimeşînin û êrîşa ku li hember erdnîgariya Kurdistanê bi tevahî daye destpêkirin berdin. Heke van êrîşên hovane bidomin, wê deme li ser bingeha parastina rewa têkoşîna berxwedanî û bi destê xwe çareseriya pirsgirêkên xwe, ji bo gele Kurd helwesteke herî rewa, exlaqî û însanî ye.
-Panzehîra rasteqîn a şer, civakeke birêxistinî ye. Tevgerîna rêxistinî û rêxistinbûna hemû gelê me heta ku hûn bibêjin girîng e û heyatî ye. Bi vê hişmendiyê, em bang li partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl, der û dorên Îslamî, civatên ol, bawerî û nasnameyên cuda, rewşenbîr, rûspî, saziyên jin û ciwanan ên Kurdistanê dikin, li hemberî konsepta vê şerê nû ku, ê welatê me bike gola xwînê, di nava yekîtî û piştgiriyê de bin û helwesta xwe bikin yek.
-Ji bo ku, gelê me gelek berdêlên giran dane, aştî û aramî heq kiriye. Ji bo vê jî, bi taybetî hikûmet û alîgirên wî, divê demildest zimanê şer ku, zerarê dide biratiya gelan biterikînin. Ji bo ku pêvajoya çareserî û aştiyeke demokratîk a rasteqîn were destpêkirin, di serî de em bang li raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê, partiyên siyasî, derdorên Îslamî, sazî û dezgehên sivîl, rêxistinên jin û ciwanan û çapemeniya azad dikin ku, helwest û sekna xwe ya li hemberî şer pêş bixin, bi hev re, di nav biratiyê de, ji bo jiyaneke azad, însiyatîf û berpirsiyarî bigirin.
- Ev rewşa siyasiya ku çeteyên DAIŞ ê yên hov, ku di serî de ji bo gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê bûne tehdît, pirsgirêka Kurd, êdî, ne pirsgirêka Kurdan tenê ye. Pirsgirêk bûye pirsgirêka mirovahiyê û divê bi lezgînî were çareserkirin. Ji bo vê ye ku, di çareserkirina pirsgirêka Kurd de em hemû raya giştî ya cîhanê, dewletên Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî vedixwînin têkoşîna li hemberî şerê li dijî gelê Kurd.
-Di tecrûbeyên bihurî de diyar e ku, ti kes bi şer bi ser nakeve û tiştek bi dest naxîne. Divê dewlet polîtîkayên encamnegir ên bi salane pêk tîne, biterikîne. Dîsa di çarçoveya mutabakata Dolmabahçeyê de li pêvajoya müzakereyê vegere û agirbesteke ku her du aliyan girê bide, bixe meriyetê."
(zt)