Li Silopiya Mehmet Bulu bi guleyên wesayîta zirxî birîndar bû

19:01

JINHA

ŞİRNEX - Li Silopiya dema ku ciwanê bi navê Mehmet Bulu dema ku li ber dikana xwe wesayît tehmîr dikir ji aliyê wesayîta zirxî ve hat gulebaran kirin û birîndar kirin.

Li ser rêya İpekyoluyê ya navçeya Silopiya Şirnexê dema ku ciwanê bi navê Mehmet Bulu li ber dikana xwe tehmîra wesayîtan dikir ji aliyê wesayîtên zirxî ve hat gulebaran kirin. Paşê wesayîta zirxî rawesta kesek jê derket û cardin Mehmet gulebaran kir. Di gulebaranê de Mehmed birîndarbû, ew rakirin Beşa lezgîn a Nexweşxana Dewletê ya Silopiya. Dema ku Mehmet rakirin nexweşxanê polis ketin hindirê nexweşxanê li ser gelê ku ji bo birîndar li ber nexweşxanê kom bûne zextê bikin. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Hevşaredara Silopiya Emine Esmer, gelek hilbijêr, nûner û endamên civakî li ber derê nexweşxanê nerazîbûn nişandan û niha li gel berpirsê polisan hevdîtin dikin. Faysal li gel wan xeber dide.

Faysal diyar kir ku berê li Cizîrê jî heman tişt hatin jiyîn û got: "Ka dozger û hakimên vî welatî li kune? Her roj komkujî tên jiyankirin. Heger pêşiya vî şerî neyê girtin dê gelek mezin bibe. Dibêjin tiştek nîne. Vaye qeyîdên kamereyan hene. Her tişt li ber çavane."

(ma/zt)