Girtiyên PAJK'ê: Hişmendiya bêdeng kirina jinan ji politikaya şer ne dure
09:16
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Mêrên xwediyê hişmendiya AKP'ê her roj bêmafiyan li jinan dikin û gotinan dibêjin. Di derbarê gotinên wan yên van demên dawiyê de ser navê girtiyên PAJK'ê Kajîn Perî daxuyaniyek da û got: "Jinan wekî mirov nabinîn, boy wê jî her cureyên heqaretê pir rihet erzan li jinan dikin. Heger derfet bibinîn dê tevahî jinan bê deng û bê vîn bikin, lewra ew neyarên jinanin, neyarê mirovahiyê ne. Boy wê jî wekî duvê Erdogan Arinç jî di her firsatê de heqaretê li jinan dike."
Li ser navê girtiyên PAJK'ê girêdayî nêrîna AKP'ê ya li jinan û di van demên dawî de axaftinên wan yên li ser jinan Kajîn Perî daxuyaniyek nivîskî da. Daxuyaniya ku ji aliyê Kajîn Perî ve hatî dayîn wihaye: "Di sifra AKP'ê de cihê jinê bi vineke azad nîn e. Mafê jinê bi qasî yê ajalan jî nîn e. Erdogan zihniyeta xwe bi gotinên weke "di fitrata jinê de ji mêr re xizmetkirin heye" pir zelal û vekiriye. Heman zihniyet di çeteyên DAÎŞ'ê de bi awayek din heye. Jinan direvinin, difroşin tecawuz dikin, di bingeh de hişmendiya AKP'ê heman e. Jinan wekî mirov nabinîn, boy wê jî her cureyên heqaretê pir rihet erzan li jinan dikin. Heger derfet bibinîn dê tevahî jinan bê deng û bê vîn bikin, lewra ew neyarên jinanin, neyarê mirovahiyê ne. Boy wê jî wekî duvê Erdogan Arinç jî di her firsatê de heqaretê li jinan dike."
'Divê hemu jin li hember Arinç helwesta xwe diyar bikin'
Di 29'ê Tîrmehê de jî heman zihniyeta xwe ya gemar di meclîsê de li ber çevên tevahî Tirkiyê ji parlementera Amedê Nusel Aydogan re bi gotinên; 'bêdên be tu jinê' anî ziman. Di keseyeta Nursel de ji hemu jinan re gotiye "Bêdeng be" li tevahî jinên kurdistan û Tirkiyê heqaret kiriye. Heqareta ku li Nursel hatiye kirin em boy tevahî jinan dibinîn. Ji jinan re bê deng be gotin ne hedê Arinç e, ne jî hedê tu kesêye. Em Arinç û yên ku xwedî zihniyeta Arinç bi nefret şermezar dikin. Kesên ku neyartiyê li jinan dikin divê di meclîsê de cihê wan tunebe. Bi vê helvestê heqaret li kesên ku dengê xwe dane AKP'ê jî kiriye. Boy wê jî divê tevahî jin li hemberî Arinç helwesta xwe û nerazibûna xwe nîşan bidin.
Em wekî girtiyên PAJK'ê bangaziyê li Arinç dikin ku heke xwe wekî mirovek bi ehlaq dibîne divê bilezgin di keseyeta Nursel de ji tevahî jinan lêborina xwe bixwaze."
(zt)