Di salvegerê de bersiva Kobaniyan ji bo yên digoton 'ket dê bikeve' heye
09:16
Beritan Elyakut / JINHA
RIHA - Bepirsiyara Konbajarê Arîn Mîrxan Mizgîn Kobanê diyar kir ku di dema hatina welatiyên Kobanê de li konbajar 570 kon hebûn, lê piştî azadiya Kobanê veger çêbû. Mizgîn da zanîn ku niha tenê li Konbajar 88 kon mane.
Di cotmeha sala derbasbûyî de çeteyên DAIŞ'ê hewildan li Kobanê ser gelê sivîl komkujiyê bikin. Bi alîkariya hêzên YPJ û YPG'ê welatiyên sivîl derbazî navçeya Pirsusa Rihayê hatin kirin. Di wê pêvajoyê de bi alikariya gelê Pirsusê konbajar hat avakirin û gel têde hatin bicîhkirin. Yek ji wan konbajaran jî yê Arîn Mîrxan bû. Ji dema ku Konbajar hatî avakirin heya niha Migîn Kobanê berpirsiyariya wê girtiye ser xwe. Mizgîn pêvajoya 10 mehan nirxand. Mizgîn da zanîn ku dema li Kobanê şer giran bû hemu gel koçî Pirsusê kirin û got: "Ew şerek gelek giranbu. Bi çekên giran êrîşkirin, mayîna gelê livîl li wê ne gengazbu. Hevalan biriyara valakirina Kobanê dan. Ji bo jin û zarokan ji bo Şengala duyem li wê nehatibana jiyîn hevalan tedbîr girtin."
'Me nedizanî dê gelê bakur di vê astê de li me xwedî derkeve'
Mizgîn destnîşan kir ku rêveberiyên herêmî, DBP û gel alikariyek mezin ji bo wan kirin û wiha domand: "Bi her awayî pêdiviyên me anîn cîh. Hemu derfetên xwe seferber kirin. Nanê xwe par kirin. Me nedizanî dê gelê bakur di vê derecê de li me xwedî derkeve." Mizgîn anî ziman ku ev nêzî 10 mehane ew di Konbajarê Arîn Mîrxan ê Pirsusê de dijîn û wiha berdewam kir: "Bê guman em zoriyan dikêşin, ji ber ji mal û axa xwe durin. Em konek biçuk weke malê dixebitînin. Jiyankirina 10 kesan dibin heman konî de bêguman zore. Heger em van bigirin ber çavan. Gel pir zu li me xwedi derketin. Bi lez pêşiya mexduriya me girtin. Bi alikariya gelê welatparê welatiyên Kobanê zorî nedîtin."
'Li Konbajarê Arîn Mîrxan tenê 88 kon mane'
Mizgîn diyar kir ku di dema hatina welatiyên Kobanê de hijmara konên Konbajarê Arîn Mîrxan 570 bûn, lê niha tenê 88 kon mane û wiha axivî: "Vegera Kobanê berdewam dike. Dema ku şer li gundên ereban berdewam dikir, gundiyên ereb dihatin li konbajar bicîdibû. Heya demek beriya niha cihê me yê perwerdê hebûn. Me xebatên çand û hunerê didan meşandin. Di her qadên hunerê de komên me hebûn. Dibistana me hebu. Perwerde dihat dayîna zarokan. Perwerda zimanê kurdî dihat dayîn. Ji bo rakirina deruniya şer heval bi zarokan re mijul dibun."
'Dema ku komkujiya dawiyê nehata jiyandin niha hemu malbat vegeriyabun'
Mizgîn destnîşan kir ku dema nû şer despêkirî wan gelek zorî kişandin û wiha pêde çu: "Em bi dijminek xayîn re hatin berhev. Dijminê wiha hov li tu devera cîhanê nehatiye dîtin. Di misilmaniyê de cihê vê zilimê nîne. Di rastiyê de ol ne wihaye, lê DAIŞ hemu kirinên xwe bi navê İslamê dike." Mizgîn anî ziman ku ji bo welatiyên Kobanê yên li Konbajar dijîn vegerin warên xwe rojan dijmêrin û wiha got: "Di bernama her kesê de piştî cejnê vegera Kobanê hebû. Di wê demê de dê gelek malbat vegeriyana Kobanê. Dema ku komkujiya dawiyê nehata jiyandin niha hemu malbatên li vêderê çubun Kobanê."
'Dijmin di qada şer de ji şervanên me ditirsin'
Mizgîn anî ziman ku azadiya Girê Spî ji aliyê YPG û YPJ'ê ve û serketina HDP'ê gelê Kobanê gelek şanaz kiribû û wiha dom kir: "Dijmin jî ji hêrsa xwe di 25'ê Hezîranê de êrîşî Kobanê kir. Diyare ku dijmin ewqas lewaze. Li wê meydana şer heye û şervan têde şer dikin. Dijmin tê gelê mazlum qetildike. Diyare ku ji meydana şer û şervanên me ditirse. Ji ber wê jî bixwaze nexwaze deruniya gel xira kir. Dema ku komkuji nehata jiyandin niha hemu konên me valabuyîbu. Bi tayîbetî beriya cejnê gel pir alîkarî kir. Em sipasiya hemû gelên ku alîkarî kirine dikin."
(zt)