'Têkoşîna gelê Kurd ji bo tevahî gelê cîhanê dê bibe modela jiyana azad'

09:17

Rûksen Efrin/ JINHA

QAMIŞLO - Cigira Rêveberiya PYD'ê Leyla Êbid El-Fetah derbarê êrîşên dewleta Tirk yên ser vîna gelê Kurdên Bakûr û Rojava nirxandin kir û got: "Wek jinên PYD'ê em êrîşên dewleta Tirkiyê li dijî gelê Kurd şermezar dikin. Em biryara ku hikumetê di derbarê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de girtî wek encama têkçûna desthilatdariya hikûmeta AKP'ê dinirxînin."

Cigira Rêveberiya PYD'ê Leyla Êbid El-Fetah derbarê êrîşên dewleta Tirk yên ser gel û jinên Kurd bi tundî şermezar kir. Leyla di derbarê êrîşên hikûmetê yên li dijî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de wiha got: "Fîgen Yuksekdag beriya vê gotibû 'Em wek hêzên demokrasiyê pişta xwe didin PYD'ê. Em xwedî yek armanc û hişmendî ne û daxweza demokrasî û aştiyê dikin'. Ji ber vê dewlet êrîş bir ser jinên Kurd. Di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de gelê me yê Bakûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya xwe li gel Kurdên Rojava bikin bi mehan sînorê Pîrsûsê ji çeteyan parastin. Xeleka berxwedanê li dijî dijmin avakirin. Wek gelê Rojava me hêz û moral ji gelê xwe yê Bakûrê Kurdistanê girt."

'Bi berxwedaniya gelê Kurd re desthilatdariya hikûmeta AKP'ê têk diçe'

Leyla got: "Serkefitna hilbijartina 7'ê Hezîranê vîn û têkoşîna gelê Kurd ya bakûr nîşan da. Serkeftina hilbijartinê hêz da gelê Rojavayê Kurdistanê. Em heman dozê dişopînin. Lê dewleta Tirkiyê PYD û YPG'ê weke hêzek terorê hedef digre. Em êrîş û tundiya dewleta Tirkiyê napejrînin. Di dîrokê de gelek şoreşên Kurd pêk hatin, her car bi leystukên desthilatdariyê hatin xapandin. Lê êdî Kurd ne Kurdên berêne bên leystuka desthilatdariyê. Mînaka şoreşa Rojava ber bi çave. Di nava şert û mercên zehmet û derfetên kêm de, berxwedaniyek mezin li dijî dagirkeran nîşan da. Ev serkefina bi rûmet tirs xistiye dilê hikûmeta AKP'ê. Ji ber ku bi berxwedaniyê gelê Kurd re desthiladariya hikûmeta AKP'ê têk diçe."

Leyla destnîşan kir ku ew ê heya dawî têkoşîna xwe bidomînin û got: "Emê tu caran destûrê nedin polîtîkayên şer yên hikûmeta Tirkiyê ku bide meşandin. Bi hezaran sal êrîş birin ser gelê Kurd, lê di encamê de ne gihêştin armanca xwe û ev gel cardin têkoşîna azadiya xwe dide. Encama têkoşîna gelê Kurd wê ji bo tevahî gelê cîhanê bibe modela jiyana azad."

(rb/rc)