SES: Tecrît me dixe nava fikaran
09:18
JINHA
ANKARA - Bi tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin derbarê tenduristiya wî de jî fikar her ku diçe zêde dibe. Hevseroka Giştî ya SES'ê a Enqerê Gonûl Erden diyar kir ku bi tecrîda heyî re ne rihetiyek avakiriye û derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ew bi fikarin.
Hevseroka Giştî ya SES'ê a Enqerê Gonûl Erden destnîşan kir ku, ji 4'ê Nîsanê ve hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tên asteng kirin û her ku diçe tecrît bi aweyek sistematîk tê meşandin û got: "Tecrîda heyî çawan ku gelê Kurd dixe nava fikaran, kedkarên tenduristî û civakî jî dixe nava gumanan. Em wek kedkarên tenduristî û civakî dema ku tenduristiyê tarîf dikin tenê ne di warê ruhî, fîzîkî û civakî de digrin dest. Her dem başbûna siyasî jî em di navde digrin dest."
'Ji Rêbertî agahî ne girtin gel dixe nava fikaran'
Gonûl da zanîn ku tecrîd ji roja ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye girtin heya niha tê meşandin lê belê tecrît niha hatiye giran kirin û got: "Tecrît polîtikaya dewletê ya ku bi aweyek sistematîk ji serî de pêktîne. Ji meha Nîsanê û vir ve tecrît hatî kur kirin û bi aweyek sistematîk tê meşandin. Gelekî ku demek dirêj ji Rêbertiya xwe agahî negre, ji bo wî gelî buyerên neyînî kurtir dibe. Tenduristiya rêberê gel bandorê li ser gelê wî jî dike. Piştî ku hevdîtin hatin asteng kirin wek her kesî me xebatkarên tenduristiyê jî bê agahî hêşt di warê tenduristiya rêbertî de. Gumanê me di vê mijarê de her ku diçe mezintir dibe."
'Tecrît bi serê xwe neraste'
Gonûl got: "Em wek kedkarên tenduristî û civakî dema ku tenduristiyê tarîf dikin tenê ne di warê ruhî, fîzîkî û civakî de digrin dest. Her dem başbûna siyasî jî em di navde digrin dest. Rewşa Birêz Abdullah Ocalan ya siyasî ger ne azad be tê wateya ku di warê fîzîk de jî tenduristiya wî ne başe, tecrît bi serê xwe neraste û ne jî bi tenduriste. Li dervî her tiştî li giravê di bin tecrîdê giran de girtin û di warê siyasî de jî hizrê wî asteng kirin bi serê xwe rewşek nayê pejrandin û netenduristiye."
'Bi astengkirina hevdîtinê re me nediyarî jiyan kir'
Gonûl da zanîn ku, bi astengkirina hevdîtinê re bi kedkarên tenduristî û civakî re ne diyarî hatiye jiyan kirin. Gonûl anî ziman ku demên derbasbûyî de her çiqas astengî hebana jî dema ku Heyeta HDP'ê diçûn giravê ew agahî digirtin. Her wiha Gonûl diyar kir ku ew ji bo ku biçin giravê xwestin Heyetek serbixwe avabikin lê belê bersiv derbarê daxweza xwede ne girtine.
'Bila hevdîtin ji cihê ku hatiye rawestandin bidome'
Gonûl balkişand ser encamê astengkirina hevdîtinê kir û got: "Ji sala 2013'an de agirbest hat ilan kirin, bi asteng kirina hevdîtinê re welat ket nava aloziyek mezin ya şer. Ji bo ku dawî li şer û pêvçûnên heyî bê pêwîste ji cihê ku hevdîtin hatiye asteng kirin ji nûve despêbike. Em bang li aliyan dikin ku ji bo derfetên aştî û azadî bê avakirin bi aweyek zelal hevdîtin pêkbînin û ji bo ku aştî bi civakî bibe pêwîste gav bên avêtin. Ji ber ku herî dawî di 28'ê Sibatê de mutabaqatên ku li Dolmabahçe yê hatiye îmze kirin şûn ve hevdîtin qutbûn. Ji cihê ku ev mutabaqat hatiye rawestandin cardin domkirina wê û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di çerçoveya aştî û demokrasiyê de gavên pêwîst divê were avêtin."
(rc)