Li Amedê polisan zaroka 6 sali Buşra birîndar kir
09:20
Tebax
9
/ 2015
JINHA
AMED - Polîsan, bombeyên gazê avêt nava taxê û zaroka 6 salî Buşra Aktoprak a li balqonê raza bû, birîndar kir.
Komek ciwan li kolana Dr. Sidki Goral a taxa Huzurevlerî ya Navçeya Peyasa Amedê kom bûn û êrîşa polîsan a li Sîlopiyê bi pêxistina agir şermezar kirin. Paşê polîs hatin cihê çalakiyê û bombeyên gazê ketober avêtin nava kolanê. Polîsan bombeya gazê avêt balkona malê û zaroka 6 salî Buşra Aktoprak a li balqonê razabû birîndar kirin. Buşra ya ji noqa xwe birîndar bû rakirin Nexwşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dewletê ya Amedê.
(zt)