Şahidên komkujiya Zergelê komkujî vegotin (3) - TAYBET
09:21
'Komkujî girêdayî têkçûna xeyalên Serokdewletiyê ye'
Zehra Dogan / JINHA
QANDÎL - Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, piştî çû li Gundê Zergelê ya balafirên şer ên Tirk komkujî pêk anî lêkolîn kir; diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ji bo berjewendiyên siyasî komkujî pêk anî. Nûnera Kurdistana Bakur a DBP'ê Şîlan Emînoglu jî anî ziman ku komkujî girêdayî têkçûna xeyalên Serokdewletiyê ye.
Balafirên şer ên Tirk di 1'ê Tebaxa 2015'an de bi fermana hikûmeta AKP'ê ya demî gelek qadên Kurdistanê da ber bombeyan. Di bombebaranê de Gundê Zergelê jî bombe kirin. Di bombekirina Gundê Zergelê de 8 welatiyên sivîl hatin qetilkirin û 15 welatî ji bi giranî birîndar bûn. Piştî bombebaranê heyeta HDP'ê çû li Gundê Zergelê lêkolîn kir û lêkolîna xwe bi ajansa me re parve kir. Ne partiya PDK'ê û ne jî hikûmeta AKP'ê têkildarî komkujî û birîndaran agahiyên rast dan. Hem PDK'ê û hem jî AKP'ê hemû agahiyên rast berovajî kirin û wekî ku balafirên şer ên Tirk kampên PKK'ê bombe kiribîn nîan dan. Li gel ku di bombekirinê de zarok, jinên ducanî hatin qetilkirin, 6 xanî û mizgefta gund hat rûxandin jî dîsa wekî kampa PKK'ê bi nav kirin û nûçe berovajî belav kirin. Piştî komkujiyê heyeta HDP'ê li Gundê Zergelê lêkolîn kir. Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, piştî çû li Gundê Zergelê ya balafirên şer ên Tirk komkujî pêk anî lêkolîn kir; diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ji bo berjewendiyên siyasî komkujî pêk anî.
'Qandîlê wekî kampa PKK'ê didin xuyakirin
Huda, anî ziman ku dema di sala 2013'an de hatibû Qandîlê û wê demê gel û şaredariyên gel li vir hebûn. Hada, da zanîn ku wê dema ev şaredariyên gel û gund li vir dîtin matmayî ma û wiha got: "Mixabin dewlet nezanîn tev digere. Ji ber vê yekê gel bir hêsan bi agahiyên şaş dixapîne. Komkujiya sivîlan jî wekî 'Me kampên PKK'ê bombe kir' dide nişan. îxtîdar Qandîle weki Kampên PKK'ê dide nîşandan. Me wekî heyeta HDP'ê li Gundê Zergelê lêkolîn pêk anî û me hemû aliyê wê yek bi yek kir rapor. Li vir şaredariyek heye. Gund, mizgeft heye û welatî li vir dijîn. Balafirên şer ên TSK'ê Dayika 70 salî Ayşe Ahmed li ser nimêjê qetil kir. Di wêneyên Ayşe de jî xuya dibe ku ne pêkan e PKK'î be.
Komkujiya Zergelê jî wekî komkujiya Roboskî û Halepçeyê ye. Bi van êrîşan dixwazin ku gel ji PKK'ê sar bikin." Huda destnîşan kir ku bi van polîtîkayan dixwazin gel li hev sor bikin û gel bikin dijminê hev û şerê navbera gelan bidin destpêkirin. Ji bo polîtîkayên xwe û berjewendiyên xwe yên siyasî gelê sivîl qetil dikin."
'Tenê xemgîniya PDK'ê têr nake'
Nûnera Kurdistana Bakur a DBP'ê Şîlan Emînoglu jî anî ziman ku û komkujî girêdayî têkçûna xelayên Serokdewletiyê ye. Şîlan Emînoglu destnîşan kir ku ev komkujî berê hatibû plankirin û piştî Serokomar Tayyıp Erdogan nebû Serokdewlet ev plan xist meriyetê. Şîlan, anî ziman ku Erdogan pir baş dizane ku rewşa wî ya siyasî ber bi xerabunê ve diçe û wiha got: "Erdogan ji ber vê rewşê axa Kurdistanê ya bi hezaran kîlometreyan durî xwe bombe dike. Serokwezîr Ahmet Davutoglu got 'Li ser agahiyên hikûmeta Bakur ev êrîş pêk hatin. Em naxwazin ev rast be. Em naxwasin destê birayê me di nava vê komkujiyê de hebe. Me bi PDK'ê re hevdîtin kir. PDKê diyar kir ku ew ji ber van pêkanînan xemgîn in. Lê tenê xemgîniya PDK'ê têr nake. Divê cîhanê rake ser piyan. Ev êrîş tecawiza li dijî axa wê pêk hatiye. Divê cîhan li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemîne."
'Dewleta dibêje ez misliman in ev komkujî pêk anî'
Doktora Nexweşxaneyê Medya jî anî ziman ku vê komkujiyê travmayek mezin li ser birîndar û welatiyan hişt û wiha got: "Me birîndar bi maşîneyên taybet şandin nexweşxaneyan. Hin kes milê wan û hin kes jî piyên wan jê bûbûn. Me xistin nava bataniyan û birin nexweşxaneyan. Dewleta ku dibêje ez misliman im ev komkujî pêk anî." XELAS
(mae)