Li Amedê derê malan işaret dikin!

11:36

JINHA

AMED - Li Amedê malê du birayên hev bi boya sor işaret kirine. Du malbatên ku duh bi şev ferqkirine derê wan hatine işaret kirin neçar man derbazi mala xizmên xwe bun û li wê raketin.

Di Siteya Toptancilar a semta Rezan a Amedê du malên birayên hevin deriyên wan hatine işaret kirin. Ev rêbaza işaretkirina deriyan ser malbatên elewiyan dihat kirin welatiyan dixe nava fikaran. Du malbatên ku duh bi şev ferqkirine derê wan hatine işaret kirin neçar man derbazi mala xizmên xwe bun û li wê raketin.

'Yekî sivîl wêneyê mala wan jî kişandiye'

Zeynep Tutug diyar kir ku 3 roj berê mêrek bi kincên sivîl ji welayitek bi şeklê zirxî derket li ber mala wan wêneyê mala wan kişand û got: "3 roj berê serê sibê saet di 09.00'an de min dît mêrek ji wesayîta zirxî li ber mala me daket xarê û wêneyê mala me kişand. Dema ku min dît min jêre got 'tu çi dikê' lê weke dengê min ne bihîstibe cardin li wesayîta zirxî siwar bû û çu. Heman kes vêcarê bi wesayîtek sivîl hat li ber derê malê hinek sekinî ji wesayîtê derket cardin lê siwarbû û çu."

(zt)