Pirtûka komkujiya Êzidiyan ji soranî wergerî farisî hat kirin

11:39

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtuka komkujiya Êzidiyan ji zaravayê soranî kurdî wergerî farsî hat kirin.

Pirtûka komkujiya Êzidiyan ku nivîskar Taha Silêman bi zaravayê soranî nivîsandiye ji aliyê Mêhrdad Rehîmiyan ve hat wergerandina farisî. Mêhrdad Rehîmiyan bi xwe ji bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û pirtûka ji soranî wergerandiye zimanê farsî. Pirtûka mijara gotinê ji 393 rûpelan pêk tê û gelek agahî derbarê komkujiya Êzidiyan de di nav de cih digire. Gelek belgeyên taybet li ser dîlgirtina jinên Êzidî di wê pirtûkê de heye.

Pirtûka komkujiya Êzidiyan di yekemîn salvegera komkujiya Şengalê de hat wergerandin û ji aliyê weşanxaneya Cemal Irfan ve li bajarê Silêmaniyê tê çap kirin.

(zt)