Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bîranîn
14:51
JINHA
WAN - Kedkara çapemeniya azad Denîz Firat a li Mexmûrê di dema şopandina êrîşên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê li ser gora xwe hat bîranîn.
Di merasîma bîranînê ya li ser gora Firat a li gundê Xangedîk ê navçeya Wan Ebexê de Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, Alîkarê Hevserokên DBP'ê yên Wanê Fadil Bariştiran, Hevşaredarên Ebexê Sûna Atabay û Farûk Demîr, rêxistinên HDP û DBP'ê yên Navçeyê, Serokê MEYA-DER Şaxê Wanê Îbrahîm Alkan, xebatkarên çapemeniya azad, malbata Denîz Firat û bi sedan welatî amade bûn. Li dû deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên aştî û azadiyê li ser navê Civata Çapemeniya Azad edîtora JINHA yê Mzigîn Tabu daxuyanî da çapemeniyê.
'Denîz bû deng û qîrîna jinên li Şengalê hatin revandin'
Mizgîn balkişand ser jiyana Denîz a koçberî û rojnamegeriya wê û got, "Denîz Firat li dijî çeteyên tecawizkar weke dengê hemû jinan rojnamevanî dikir. Denîz bû deng û qîrîna jinên li Şengalê hatin revandin. Denîz Firat li Wanê ji dayik bû, lê belê ji ber şer bi malbata xwe re neçar ma koçî Îranê, ji wir jî koçî Başûrê Kurdistanê bike. Li Mexmûrê salên dûr û dirêj rojnamevanî kir û bi hevalên xwe re rojnameya Rojev derdixist. Her wiha ji saziyên çapemeniya azad re nûçe amade dikir. Denîz a ji kevneşopiya çapemeniya azad hat, li ser şopa şehîdên çapemeniyê heta kêliya dawî nûçegihanî kir. Em weke rojnamevanên ji kevneşopiya çapemeniya azad tên, careke din dilsoziya xwe bi bîranîn û têkoşîna Denîz re dubare dikin."
Dûre Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan jî diyar kir ku li dijî medya qirêj, çapemeniya azad tevî mercên zehmet, girtin, bombekirin û sansurê têkoşîna xwe dewam dike û dengê gelên bindest digihîne cîhanê û got, "Denîz Firat jî ji ber vê sedemê şehîd bû. Li pêşberî bîranîna wê em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."
Di merasîma bîranînê de dua hatin xwendin û welatiyan qurnefîl danî ser gora Danîz Firat.
(zt)