Hîna di destê DAIŞ'ê de 5 hezar jînên Êzidî hene!

09:40

Zehra Dogan/JINHA

DUHOK - Jinên gundê Koço yê piştî çend mehan ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgarbûn hovîtiya DAIŞ'ê wiha vegotin: "Hîna di destê wan de 3 hezar jinên Êzidî hene. Zarokan weke kolên zayendî dixebitînin. Me çî ditiye ne pirsin. Mirovek li ber çavê wê bi dehan caran zaroka 9 salî tecawîzkirin êdî hun texmîn bikin çî jiyan kiriye."

Ji bo dîtina jinên ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ser Êzidiyan karîne xwe ji destê wan xilas bikin em ber bi bajarê Duhokê yê Federala Kurdistanê ve ketin rê. Em ji perestgeha pîroz a Êzidiyan Laleş heya şêxan, ji şêxan heya pîran geriyan û me xwe gihand jinên di demek nêz de ji destê çeteyan rizgarbûne. Li gundê Koço me xwe gihand du jinên hevserê wan di destê çeteyan de. Ji 6 malbatan 10 kes di heman malê de diman, hinek jiwan bavê wan û hinek ji wan ji dayîka wan qetilkirine, bi xwe birînên xwe dipêçin û hîna hêviyek a wan heye ji bo kesên di destê çeteyan de bên azad kirin.

Gundê Koço 20 kilometre di başurêrojavayê Şengalê dene, xwediyê şêniyek bi qasî 200 hizaran e. Li gundê Koço çeteyan serê 380 mêran û 115 jinên temenê wan mezin jêkirine. Gelek ji cenazeyên kortek kolane hemû bi hev re avêtine hindir de kuçikan xwarine. 18 kesan di nava cenazeyan de xwe weke mirî nîşandan û paşê xwe xilas kirin. ji hezar jin û zarokên ketine destê çeteyan heya niha 412 jin rizgar bûne. Ji 3 hezar jinên Êzidiyên di destê çeteyan de 280 jin ji gundê Koçone. Gelek jinan ji ber tiştên jiyan kirine întihar kirine, gelek jî dema reviyane ji piştê ve li wan xistine û qetilkirine.

'Li ser axa ez ji dayîkbûyîm êdî koleyek yê seksê me'

N.S a 24 salî ku dema di dema êrîşan de du zarokên xwe diveşêre, ew û hevserê xwe dikeve destê çeteyan wiha qala 10 mehên di destê çeteyan de dike: "Li ber çavên min serê 115 mêran jêkirin, êdî yên dinê na hijmêrim. Mêrên ji 12 saliyê mezintir qetildikirin, yên biçuk jî êsîr digirtin ji bo şer amade dikirin. 115 jinên ciwan jî birin kuştin û firotin serbest bû. Ez bi mehan li gundê Koço mam. Mirovên min hemû qetilkirin. Li ser axa ku ji dayîkbûme, gelek bîranînên min li ser derbasbûne, li ser daweta min hatî kirin û zarokên min çêbûne êdî ez koleyek ya seksê bûm. Ez êxsîrek ya di bêdengiyê de hatî definkirin li hember tecawîza zarokan bûm."

'Zarokên 9 salî tecawîz dikirin'

N. S diyar kir ku ew aqubeta hevser, tî, xezur, xwişk û birayên xwe nizane û wiha domand: "Roja 15'ê Tebaxê ji bo min roja herî reşbû. Ji wê rojê heya niha her tim ez kincên reş li xwe dikim. Hina jinên Êzidî di destê çeteyan denin, ez di cîhanê de hebûna mirovên baş bawernakim, kes qêrîn û hewara me nabîne. Em bi xwe birînên xwe dipêçin. Li bendêmayîna kesên ku rojekê li deriyê me nesitine bên êxsîrên me ji destê çeteyan derxînin hinek ji safbûnêye. Ya bi serê me hatî bi serê kesê nehatiye. Ti ji 73 fermanan wiha nebû, cara yekeme jinan weke xenîmet dixebitînin. Me çî ditiye ne pirsin. Mirovek li ber çavê wê bi dehan caran zaroka 9 salî tecawîzkirin êdî hun texmîn bikin çî jiyan kiriye."

'min 5 mehan xwe di malekê de veşart'

Ji gundê Koço jinek din ya 21 sali S. S jî destnîşan kir ku tiştên wan jiyan kirine dê ticarî nikarin jibîr bikin û wiha berdewam kir: "Hîna hevserê min di destê wan dene, saxe yan miriye nizanim. Salek ser qirkirinê re derbasbû hina her tişt hemane. Ez yek ji yên bişansim, ji ber ez firotim malekê û şandim Musilê. Di deriyê malê de her dem nobedar hebûn. Li ser min deriyek 15 caran kilît dikir. Bi awayekê min xwe qurtar kir, nîvê şevê li gundek ê nêzî Musilê min li deriyekê xist. Hevalek min jî li gel min bû. Me hemû karê xwe ji bo şans hêla, yan emê azad biribana yan jî emê hatibana qetilkirin. Mêrekê derî vekir, min xwe avêt ber lingê wî û hêvî kir. Gunerhê mêrik bi me hat, em girtin di nava cihek yê daran de veşartin. Paşê jî li wê talet û baniyoyek biçuk çêkir. 5 mehan em ji wê oda biçuk derneketin. Piştî 5 mehan xwe gihand malbatên me û em rizgar kirin."

(zt)




.