Hemû zoriyên jiyana Halime piştî zewacê despêkirin
09:40
Şehriban Aslan / JINHA
AMED - Halime Gundeş a hîna zarok hatî zewicandin jiyana xwe ya tejî şidet wiha vegot: "Li gel şidetê jî hevserê min hevserê min du hewî ser min anî. Min hevserê xwe red kir, zarokên xwe girt gel xwe û cuda jiyan dikim."
Li gel biriyara Dadgeha Makeqanûnê ya beriya mehra fermî mehra mela birînê her diçe li Tirkiyê bi zorê zewaca zarokan zêde bibe, ji her 5 jinan sê piştî zewacê rastî şidetê tê. Halime Guneş a 45 salî ku li navçeya Pîrana Amedê dijî yek ji jinên ji dema zewiciyî heya niha rastî şidetê têye. Halime ya hîn 15 salî bi zorê hatî zewicandin rojên xwe yên tejî şidet rave kir. Piştî zewicî hevserê wê du hewî li ser wê anî. Halime diyar kir ku hevserê wê weke ziyan û zêde li wê û zarokên wê dinêrî.
'Her dem ez ditirsam malê bi ser min de hilweşîne'
Halime anî ziman ku piştî zewiciye jiyana wê ser û bin bûye û wiha domand: "Malek a min ya ji yek ode û salunekê pêkdihat hebû. Ez her dem ditirsiyam malê bi ser min de hilwşîne. Ez 15 salan di malek hilweşayî de mam. Gelek caran hevserê min nedihat malê. Ji xwe hebûn û tinebûna me di malê de nediyarbû. Hîna bêberpirisiyariya hevserê min ne besbû, vêcarê jî xesiya min tiştên min dahev û avêt derê û got 'Heger hevserê te li te nanêre, em jî li te nanêrin.' 15 salan hem ez ji bo xesiya xwe xebitîm û hem jî ji serê sibê heya êvarî min li gel xezurê xwe genim didiru û ka dida hev."
'Min li gel zarokên xwe findiq û pembû kom dikir'
Halime da zanîn ku wan mala xwe anîn Amedê paşê dinêre hevserê wê gelek tiştên malê firotiye û wiha berdewam kir: "Heya berikên mala min jî firotibû. Xwediyê malê em ji malê kirin derê. Xezurê min dît ez li derê mame, hat ez cardin birim gund. Mala ku ez niha têdeme jî zivistanê nayê kişandin, ji ber kevne û banê wê dilop dike. Tu derfetên min nîne."
'Ez hevserê xwe nagirim hindir'
Halime destnîşan kir ku hevserê wê du hewî ser wê anîne, ji her duyan re jî zewicîna xwe negotiye, derew kiriye û wiha dom kir: "Dema ku min bihîst ew du caran zewiciye, min bi wî re şer kir. Jin ku despêkê pêre zewiciyî anî mala min keçek wê hebû. Dema ku jinikê nêrî xwarinek em bixwin jî nîne, keçla xwe ya du salî li gel min hêla û mal terikand. Jina dinê dema ku hat rewşa me dît, li gel ditirsa jî cardin vegeriya malbata xwe." Halime anî ziman ku dema zarokên wê mezinbû êdî neçar nebû li gel hevserê xwe bijî û ji wî cuda dijî.
(zt)