'Ji bo jinan deriyek nû ê jiyanê vebû'
10:08
Rosîda Ranya-Şevîn Şervan /JINHA
RIMÊLAN - Di dewreya perwerdê a Akademiya Yekîtiya Star bi zimanê Erebî de perwerde hat dayîn. Perwerdeya ku 14'e roj in despêkiriye û ji 28 jinên Ereb, Kurd, Şii û Sûryanî pêk hatiye, jinan gotin, "Êdî ji bo me jiyanek nû despêkiri ye. Ji bo jinan deriyek nû a jiyanê vebû, ji vir û pêve wê gelek tişt werin guhertin."
Li Akademiya Yekîtiya Star ya bajarê Rimêlan a Kantona Cizîra Rojava dewreya perwerdê ya 14 rojan ku hatibû despêkirin bi dawî bû. Ji ber ku ji gelek pêkhatiyan jin beşdarî dewrê bibûn rengek dewlemend da dewra perwerdê. Perwerde ji sibê bi werzîşê despêdikir û heyan êvarê li ser dîroka jin wane dihat dîtin. Rêvebera Akademiya Yekîtiya Star Şîlan Nûjîn derbarê 'Dewreya Şehît Toprak' de agahî da me. Şîlan anî ziman ku armanca wan a sereke ew bû ku, jinên Ereb teşvîkê perwerdê bikin û got: "Ji ber tundiya civakê, asta ku me dixwest ji bo jinên Ereb bi dest bixin kêm bû. Bi piranî xebatkarên rêveberiya xweseriya demokratîk û çandî tevlî vê dewrê bûn. Jinên Ereb, Sûryanî, Kurd û Şii di vê dewrê de nûnertiya netewa demokratîk kirin."
'Ji derfetên perwerdê em dixwezin ku jin sûd bigrin'
Şîlan destnîşan kir ku armanca wan xwe gihandina hemû jina ne û wiha domkir: "Em dixwezin waneyan di çerçoveya Dîroka jin û rastiya wê, Rastiya rêbertî, wate û girîngiya perwerdê, jinolojî, Rêvebertî, Çand û ehlaq, Netewa demokratîk, Hûner û Polîtîka de hişmendiyek bidin rûnişkandin. Eleqadariyek mezin a jinan li hember perwerdê hebû. Bi taybet jinên Ereb û Sûryanî bi vê dewrê gelek kêfxweş bûn."
'Divê jin ji qalibên heyî bê derxistin'
Şîlan diyar kir ku perwerde di warê erînî de bandorê li jinan kiriye û got: "Kûlîlka ku tu sibê av bidî û êvarê vebûna wê bibînî, ew guhertin mirovan kêfxweş dike. Erînîbûna perwerdê di coş û kêfxweşiya jinan de me famdikir. Jina ku nikare ji ber paşverotiya civakê derê derve, li vir bi rojan ji bo perwerdê ji malbatê dûr dikevin. Ji bo ku jin ji qalibên heyî bê derxistin perwerde pêwîste. Ji bo avakirina civakek nû perwerde şerte."
Şîlan got: "Perwerde mirovan ji nûve avadike û guhertinê pêktîne. Jin bi riya perwerdê hîndibe gelek tiştan û pîvanê wê diyar dibe. Her wiha di armanc diyar kirin de jî zelalî pêş dikeve. Guhertina jinan piştî perwerdê me gelek kêfxweş dike. Ji ber vê yekê armanca me ew e ku em çanda perwerdê pêşbixin û bidomînin."
'Me rastiya xwe a di nava pergalê de dît'
Ji dewreya perwerdê Xensa Elhamut diyar kir ku ji ber perwerdeyên demê borî piranî bi Kurdî bûn ew nekariye beşdarî wê bibe û got: "Ji çandên cuda em jin hatin ba hev û di nava jiyanek komînal a hevpar de man û me hev naskir. Me rastiya xwe a di nava pergalê de dît. Ji perwerdeyên sistemê cûdatir cara yekem ez li vir waneya dîroka jin a taybet dibînim." Xesna got: "Herî zêde felsefeyê Abdullah Ocalan min bandor kir. Dewreyên din vebin ezê cardin beşdar bibim."
'Ji bo me jiyanek nû despêdike'
Cigirê Serokê Şaredariya Qamişlo Reca Şemon a Suryanî jî got: "Gelek kêfxweşbûm û min hinek wane cara yekem li vir dîtin. Li ser dîroka jin, erka jin û girîngiya jin me perwerde dît. Her çiqas dewreyek dem kûrt be jî gelek tişt hînê me kir." Raîda Mele Ahmet ji Til Koçerê tevlî dewrê bûye û xwediyê baweriya Şii ye. Raîda got: "Bi saya vê perwerdê me xwe naskir. Jin çawan pêwîste jiyan bike wê hînê me kir. Armanca min ew e ku di xwe de hêza avaker ya jina xwezayî pêşbixim." Her wiha Nadya Yusuf jî hestên xwe wiha parve kir: "Min digot qey ez di nava jiyanek demokrat de dijîm. Piştî perwerdê min vê yekê ferq kir. Ji vir û pêve ji bo me jiyanek nû despêdike. Emê hîn bibin ser lingê xwe rawestên û li gorî wê modela jiyana nû înşa bikin."
(rc)