Xwestin roja 8'ê Tebaxê bibe roja jinên rojnameger
10:35
Newroz Dijwar/JINHA
HEWLÊR - Rojnamegerên Başurê Kurdistanê; ji bo bîranîna Rojnameger Denîz Firat a ku di 8'ê Tebaxa sala 2014'an de dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ser Mexmurê dişopand jiyana xwe jidest dayî ew roj weke Roja Rojnamegerên Jin bê îlan kirin.
Rojnameger Denîz Firat a ku di 8'ê Tebaxa sala 2014'an de di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ser Mexmurê de nûçe dişopand jiyana xwe jidest daya. Rojnamegerên Federala Kurdistanê vê rojê weke Roja Rojnamegerên Jin bê îlan kirin. Rojnameger Semire Mihemed ji ber ku Sendikaya Rojnamegeran 8'ê Tebaxê weke Roja Rojnamegerên Jin îlan nekirine ew rexne kir û got: "Di dîroka tekoşîna azadiya gelê kurd de divê rolê jinan neyê paşçav kirin. Ji ber wê jî pêşiniyara mine 8'ê Tebaxê weke Roja Rojnamegerên Jin bê îlan kirin."
Semira Mihemed wiha domand: "Dibe ku îro me Denîz winda kir, lê di nava xebatên leşkerî de bi hezaran jin dixebitin û tekoşînê dikin. Şehîd Denîz di nava şer de xebat dikir û di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de şehîd ket."
Rojnamegerek din a Başurê Kurdistanê Sara Qadir jî wiha axivî: "Şehîd Denîz hem weke jinek û hem jî weke rojnamegerek hewilda qada şer bişopîne û ji hemû cîhanê re ragihîne, lê mixabin di wê navberê de şehîd ket. Ji ber wê jî roja ku ew şehîd ketî divê weke Roja Rojnamegerên Jin bê îlan kirin." Sara anî ziman ku Denîz daye diyar kirin ku weke jinek rojnameger di cîhanê de ya herî serkeftiye û wiha domand: "Ji ber jin dikarin jiyanê biguherin. Mînaka wê ya herî li ber çavan jî li hember dijminê herî hov ê cîhanê şer kirina jinane."
Rojnameger Stran Abdullah jî destnîşan kir ku ew di kesayeta Şehîd Denîz de bejna xwe li hember hemû şehîdan ditewînin û wiha axivî: "Denîz jinek qehereman a ku di peyîwirê de şehîd ketiye. Denîz rojnamegera despêkê di qadên şer de li dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dişopand şehîd ketiye. Ew rojnamegera despêkê di eniyên şer de şehîd ketiye. Ji ber wê jî divê roja şihadeta wê weke Roja Rojnamegerên Jin bê îlan kirin."
Rojnameger Karwan Enwer jî got: "Çateyên DAIŞ'ê ên ku Denîz Firat şehîd xistin, nedizanîn dê bi hezaran Denîz Firat bên dinê. Bi şihadeta Denîz Firat re dê gelê kurd paş de gav ne avêje û ji armancên xwe dur nekevin dê hîn zêdetir bihêz bibin."
Rojnameger Jawên jî diyar kir ku ew roja 8'ê Tebaxê digirin dest, di serî de Denîz Firat û Arîn Mîrxan bejna xwe li her hemû şehîdan ditewînin. Jawên di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku jinên Rojava di eniyên şer de berxwedanek destanî didin meşandin û wiha dom kir: "8'ê Tebaxê ji bo me rojek gelek giringe, ji ber wê jî em dixwazin ew roj weke Roja Rojnamegerên Jin bê îlankirin."
(zt)