Li Şirnexê telimata 'gundan valabikin'!

10:45

JINHA

ŞIRNEX - Dema ku Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk li gel kiyayan hevdîtin kir hat hinbûn ku Waliyê Şirnexê bi rêya keyayan telîmata valakirina gundan daye.

Bi konsepta şer a Hikûmeta Demî ya AKP'ê li gelek bajarên Kurdistanê bi navê "Herêmên Ewlehiyê" tê xwestin ku gund ji nû ve werin vala kirin û gel dev ji axa xwe berde. Ji ber balê bikşîne ser vê polîtikayê heyetek ji Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, rêxistinên HDP û DBP'ê yên Şirnexê, Komeleya Mafên Mirovan, Baroya Şirnexê jî di nav de çûn serdana welatiyên zozanên Rû Sor û Şehrevan ku weke "Herêmên Ewlehiyê" hatine îlan kirin. Piştî hevdîtinê heyetê daxuyanî da.

'Emê li dadgehên îdarî dozan vekin û me pêvajoyek daye destpê kirin'

Ji parêzerên Baroya Şirnexê Savaş Tanîş jî da zanîn ku ewê wek baroyên herêmê li dadgehên îdarî dozan vekin û wiha berdewam kir: "Bi pêvajoya çareseriyê welatî vegeriyan qadên xwe yên jiyanê. Qadên nû yên jiyanê va kirin û debara xwe wisa dikin. Bi bombebaranên derhiqûqî qadên jiyana welatiyan tê sînor kirin. Ji bo em vê rewşê derbas bikin wek baroyên herêmê, parêzer û sazî çi ji destê me were emê bikin. Emê li dadgehên îdarî yên herêmê dozan vekin û me ji bo vê pêvajoyek daye destpê kirin."

'Armanca wan cardin salên 90'an dana jiyandine'

Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî derbarê mijarê de agahiyên girîng dan. Leyla da zanîn ku li gel muxtaran civiyane û muxtar ji wan re gotine fermandariyên herêmê û walîtî talîmat dane wan ku gundî ji ber hinceta "Herêma Ewlehiyê" van herêman vala bikin lê ev agahî ji welatîyên ku li zozanan dijîn re nehatiye ragihandin û wiha got:"Muxtar gelek carah hewl dane ku bi walî re vê mijarê biaxivin lê walî bersiva wan nedaye. Armanc ew e ku şer car din bê gurkirin, ev herêm ji mirovan were xalîkirin. Lê em heya dawiya piştevaniye gelê xwe dikin. Gelê me dibêje em terka zozanên xwe nakin, daxwaza wan wisa ye, emê jî heya dawî li gel vê daxwaza wan bin."

(ma-pk/zt)