Parlementerên HDP'ê yên jin ji bo cenazeyan diçin Pirsusê
10:55
JINHA
AMED - Parlementerên HDP'ê yên jin ji bo wergirtina 20 şervanên di dema şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane wergirin diçin Pirsusê.
Heyeta ji parlamenterên HDP'ê yên jin Ayşe Acar Başaran, Sîbel Yîgîtalp û Gulser Yildirim pêk tê ji bo cenazeyên 20 şervanên YPG-YPJ'ê yên ku li Rojava di pevçûnên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan û li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê tên rawestandin werbigirin diçin Pirsûsê. Parlamenterên HDP'ê ji bo piştgiriyê bidin malbatên ku cenazeyên zarokên wan ji aliyê dewletê ve nayê dayîn û cenazeyan werbigirin diçin Pirsûsê dê bi rayedaran ve hevdîtinan pêk bînin. Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê jî dê li Pirsûsê tevlî heyetê bibin.
(zt)