'Şer bi serê xwe nexweşî ye'

12:18

Ceren Karlıdag/ JINHA

ÎZMÎR - Dîntiya şer ya ku desthilatdariya AKP'ê daye despêkirin tenê koçberên ku bi deh hezaran kîlometre ji warê xwe dûrketine û bi milyonan mirovên ku şahîdê şer bûne dizanin. Li gorî nêrîna Darçîn ku ji Kobanê tevî kurê xwe ketiye riya koçbertiyê û nexweşê dile, dibêje şer bi serê xwe nexweşî ye.

Her çiqas desthilatdar û medyayên şer har û gerim bikin jî êşê wê wek mirovên ku şer jiyan kirine û dîtine nîne. Serokwezîr Amet Davutoglu her çiqas ji bo zarokên malbatên xizan goti be 'Em amede ne ku feda bikin' jî êşa û azarê şer bi aweyek zelal mirov dikare li kolanên Îzmîrê bibîne. Gelek malbat ji bo ku zarokên xwe ji hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê biparêzin, ji gelek bajarên Suryê hatine Îzmîrê û ji wir riya çûyîna welatên rojava digerin. Ji bo 25 lîra simît, hêvî, xeyal û pêşerojên xwe didin girêdan û wek stembarê şer ketine rêwîtiyek ku dawiya wê ne diyar li kolan û parqan radizên û li benda ronahiyekê ne.

'Derûniya zarokan xirab bûye'

Darçîna ku berî şer mamostetiyê dikir, yek ji wan koçberên ku 3'ê zarokên xwe girtiye û hatiye Îzmîrê ye. Darçîn û malbata wê ev 5 roj in li kolanên Îzmîrê benda çûyîna Rojava ne. Darçîna ku berî vê li Amedê ma ye got: "Zarokên min dizanin ku li Kobanê şer heye. Li beramberê vê dîsan dixwezin vegerin. Bendewariyên dem dirêj derûniya min û zarokên min xirab kiriye."

'Ez nikarim zarokê xwe derman bikim'

Di bendewariya dirêj de yê ku herî zêde zehmetî dide Darçîn zarokê wê ya 1 salî a nexweşe. Darçîn anî ziman ku berî vê kurê wê ji dil hatî ameliyet kirin û ji bo vê yekê pêdivî heye ew bê derman kirin û got: "Ji ber ku çûyîna me ne diyare û em kesek ji Îzmirê nasnakin em nikarin derman bikin û bibin kontrolê. Pêwîste her car rewşa wî berçav bê derbas kirin. Ji ber ku ameliyetek giran derbas kir." Her wiha li gorî nêrîna Darçîn ne pêwîste jin ango zarok di riya koçbertiyê de nexweş bikevin, ji ber ku şer bi serê xwe nexweşî ye.

'Ji salek ve em her dimir in'

Darînç got: "Em tenê ne ji bo xwarinê ango zikê xwe têr bikin hatine." Darçîn wiha behsa sedema rêwîtiya xwe kir: "Ji bo zarokên xwe em heyan vir hatin. Ji bo ku em wan bidin xwendin û jiyanek bi aram bijîn ketin rê. An emê ji gelek zehmetiyan xilas bibin ango emê tev bi hevre bimirin. Ji xwe ev salek em mirîne. Em çi dixwin tamê nagrin û biçin kuderê ne kêfxweşin. Eger zarokên min tune ban ezê ne ketibama rê."

'Tenê hêviya min ew e ku Kobanê rizgar bibe'

Darçîn anî ziman ku li waletek din wek biyaniyan jiyan kirin ew jî bi serê xwe êş dide mirov û wiha dawî li gotina xwe anî: "Li kolanan gelek kes ji me nefretê dikin û zarokê me didin. Em nikarin dengê xwe derînin, ji ber ku em biyanîne li vir. Tenê hêviya me ew e ku dawî li şer were, her wiha dawî li vê koçberiya bi zehmet bê û Kobanê bi temamî rizgar bibe."

(rc)