Di bodruma qereqola Silopiya de îskenceya 12'ê Îlonê

12:25

Mizgin Adım/Perihan Kaya

JINHA

ŞIRNEX - Ji 7 welatiyên di dema şerê 7'ê Tebaxê de welatiyên birîndar radikirin nexweşxanê ji ber wê hatin girtin Metin Sonmez û Emin Bayar pêvajoya binçavan û ew roj vegotin. Emin Bayar wiha qala dema binçavan di bodruma qereqolê de dihatin girtin kir: "Perasiyên min şikandin, bi jopan li me xistin, bi qundaxa çekê li bedena min dixistin, ewqas li me xistin her derên me di nava xwînê de mabû."

Li Taxa Zap a navçeya Silopiya Şirnexê di 7'ê tebaxê de polisan êrîş kirin, di êrîşê de 3 welatiyan jiyana xwe jidest dan û gelek kes birîndar bûn. Di rewşek a polis dikevin hindirê malan û êrîş dikin 8 welatî bi awayê birîndar hatin binçavkirin. Li taxê sekvan hatine bicîhkirin û rewşa awarte hatiye îlan kirin. Ev 3 rojin gel dibin çembera polisan û timên tayîbet de dijîn. Welatiyên her dem bi tirsa êrîşên polisan dijîn diyar kirin ku polisan fermana valakirina taxê û qetilkirina wan girtiye. Welatiyan dan zanîn ku hinek bireh weke DAIŞ'ê êrîşî wan dikirin û ya herî metirsîdar ji bo wan jî ewe. Welatiyên êrîşê de hatine binçav kirin jî rastî êrîşên herî giran hatine. Ji welatiyên hatine binçavkirin Metin Sonmez û Emin Bayar 48 saetên binçavan îskenceya ku jiyan kirine vegotin.

'Dema ku polisan gulebaran nekiribana dê Hamdin Ulaş nehata qetilkirin'

Emin Bayar ji dema despêkirina êrîşan heya dawiyê wiha anî ziman: "Serê sibê di saet 05.00'an de dengê mirovan û çekan dihat. Welatiyek 65 salî birîndar bû, em ji bezîn alîkariya wî. Em 4 kes çun nexweşxanê. Berî em biçin nexweşxanê û piştî em çun jî polisan hewlididan me asteng bikin. Li ber nexweşxanê gule ser me de barandin guleyek hinda serê min hat. Dema ku ser min de gule barandin Hamdin Ulaş û Celal Kanat jî ber bi min ve hatin. Di wê demê de Hamdin Ulaş jiyana xwe ji dest da, guleyek bi pişta Celal jî ket di zikê wî re derket. Min ev bi çavên xwe dît. Mirovek li ber min jiyana xwe jidest da yê dinê jî birîndar bû. Dema ku em guleberan nekiribana niha wan mirovan jiyan dikir. Dema ku ser min de gule barandin min xwe avêt erdê, hemû polis li ser min kombûn."

'Bi jopan û qundaxên çekan li me xistin'

Emin wiha qala îskenca binçavan ya der mirovane kir: "Em birin emniyetê, heya nobeçiyên qulubê jî dema ku dengê me bihîstin cihê xwe berdan û hatin li me xistin. Perasiyên min şikandin, bi jopan li me xistin, bi qundaxa çekê li bedena min dixistin, ewqas li me xistin her derên me di nava xwînê de mabû."

'Di şer de mir susa wê bidinê'

Emîn destnîşan kir ku dema ew girtine birine qata bin a qereqolê, her polisên hatine li wan şidet kirine, ji ber hijmara polisan zêdebûye ew ne kuştine. Emin diyar kir ku polisan di nava xwe de wiha digotin: "Bihêlin em bikujin, emê weke ku di şer de hatine kuştin bidin." Emin da zanîn ku paşê jî amirê polisan hatin bi qundaxa çekê li wan xistin û ji bo wan xeber kirin. Emin destnîşan kir ku heya ew birin dadgehê her dem şidet dîtin. Emin derbirî ku piştî çuna parêzeran êdî şidet bi dawî bû û wiha domand: "Ya bi ser me aniyî divê her kes bibîne. Tenê me alîkariya welatiyên birîndar kir û peyîwira xwe ya mirovî anî cîh. Kî dibe bila bibe emê alîkarî bikin."

'Di ketina nexweşxanê de wesayîta min gulebaran kirin'

Metin Sonmez jî îskenca tevgera tîmên tayîbet 48 saetan ser wan kirî wiha anî ziman: "Ez serê sibê bi dengê qêrînan ji xwê şiyar bûm. Dema ez derketim ber malê min dît birîdar li ber mala min hene, hema min xwe avêt wesayîta xwe de û li gel hinek welatiyên dinê me birîndar birin nexweşxanê. Li ber nexweşxanê polisan pêşiya me girtin, welayît gulebaran kirin û paşê em jê derxistin û li me xistin. Paşê em birin emniyetê heman tişt li wê jî kirin. Destê me kelepçe kirin, bi çekan li me xistin û xeber dan."

'Di qereqolê de bijîşk hat maînê'

Metin da zanîn ku 2 rojan li emniyetê av û xwarin nedane wan, her dem li wan xistine û gotinên nijat perestî ji bo wan gotine û wiha berdewam kir: "Ji bo me digotin 'Hun ermeniyîn ne kurdin.'" Metin anî ziman ku ew nebirin nexweşxanê bijîşk anî li gel wan û wiha dom kir: "Me li dozgeriyê jî heman îfade da. Dozgeriyê jî bi şertê 15 rojan dibin çavdêriyê de em berdane, dema ku tiştek li me bibîne dê cardin me bigirin. Tenê sucê me welatiyên nexweş birina nexweşxanê bû. Di wê demê de heger min welatiyek qeyîrana dil derbaskirî biribana nexweşxanê jî ezê rastî heman îskencê hatibama."

(zt)