Li Silopiya polisan gel gulebaran kirin
13:15
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê dema wesayîta tîmên taybet derbas bû teqîn pêk hat û di encama teqînê de 5 polîsan jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê tîmên taybet raste rast gel gulebarran kir û di encama gulebaranê de ciwanê 17 salî birîndar bû.
Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê dema wesayîta zirxî ya tîmên taybet li Kolana Başak a taxa Zapê re derbas dibû teqîn pêk hat. Di encama teqînê de 5 polîs birîndar bûn. Piştî bûyerê polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Ji polîsên rakirin nexweşxaneyê 4 polîsan jiyana xwe ji dest dan. Piştî teqînê gelek tîmên taybet sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Polîsên hatin cihê bûyerê raste rast gel gulebaran kirin. Wesayît polîsan a zirxî dema li ber Şaredariya Silopiyê re derbas dibe avahiya şaredariyê gulebaran kir.
Di encama gulebaran polîsan de ciwanê bi navê Temer Şeflek (17) birîndar bû. Ciwanê birîndar ji ber dorpêça polîsan demek dirêj ranekirin nexweşxaneyê. Ji ber rageşiya çend rojin li navçeyê berdewam dike Parlementerên HDP'ê li navçeyêne. Parlementer Aycan İrmez ve Faysal Sarıyıldızli ketin navberê û Temer rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Hîna tax dibin çembera polisan de tê girtin.
(ma-pk/zt)