KJA: Em bang li jinan dikin ku beşdarî çalakiyên aştiyê bibin

15:16

JINHA

AMED - Seroka Komela KJA yê Ayla Akat Ata diyar kir ku ew di pêvajoyek zor de derbasdibin û got: "operasonên sînor û dersînoran, bombayên tên teqandin, şewata gundan û înfazên nava kolanan di ol û hiquqê de cihê xwe nîne; di wijdan de nayê pejirandin ku li sînor malbat li benda dayîna cenazan tên sekinandin. Ji ber wê jî em bang li hemû jinan dikin ji bo qazanckirina aştiyê tevlî çalakiyan bibin."

Kongreya Jinên Azad (KJA) girêdayî pêvajoyê civînek li darxistin, piştî civînê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku li ber avahiya KJA yê hat dayîn de Parlementerên HDP'ê Selma Irmak, Meral Daniş, Hevberdefka HDK'ê Sabahat Tuncel û endamên KJA yê amade bûn. Ser navê jinan Seroka Komeleyê Ayla Akat Ata xwend. Ayla da zanîn ku ew di pêvajoyek zor re derbasdibin berpirsiyariyek ya gelên li Tirkiyê jin û tayîbetî jî ciwanan a pêşdebirina aştiyê heye.

'Carekdinê konsepta şer didin meşandin'

Ayla wiha berdewam kir: "Divê 7'ê Hezîranê weke îsyana mirovên li dijî şerxwazan aştiyê diparêzin, bê dîtin. Hevdîtinên ji salên 1993'an heya niha di nava berpirsên Komara Tirkiyê û PKK'ê de tên kirin di dem û cihên cuda de berdewam kirine, hinek deman bi bêçalakbûnê û hinek deman jî bi agirbesta yek alî, di salên 1999 û 2013'an bi kişana gerila ya derveyî sînoran, di salên 1999'an de ji nava gerila û Ewrupa, di sala 2009'an de jî ji Mexmur û qadên gerila Komên Aştiyê van hemû agahiyên dîrokî hinek pêvajo bi xwe re anîn. Ti ji van ji ber xwe de çênebûne. Ev hemû encama hevîtin û vîna çareseriyê ye. Hikumeta AKP'ê ya demî pişta xwe da van hemûyan xetayek dîrokî û li hember mirovahiyê sucek mezin kir. Bi sînor be jî pêvajoyek a diyalog û muzakereyan hebû, lê dawî li van hemûyan anî û Rêberê Gelê Kurd xistiye bin tecrîdê. Ev parçeyek ji konsepta şere."

Ayla wiha pêde çu "Agahî û nûçeyên ajansa nûçeyan a fermî ya dewletê weke stratejiya şerê taybet ê qirêj belav dike, ne tenê li Kurdistanê li nava raya giştî ya Tirkiye û cîhanê jî ti qîmeta xwe nîne. Ji xwe ev ne cara yekê ye medya nivîskî û dîtbarî weke amûreke şerê taybet û psîkolojîk tê bikaranîn e. Dema pêvajoyeke Rûbirûbûn, Heqîqet û Edaletê destpê kir, hingî wê ev hemû têkiliyên qirêj derkevin holê û berpirsyar hesap bidin. Lê belê îro yanî dis ala 2015'an de 'rastî' ne dîlgirtiyê mejiyê rêveberan e. Ji ber ku gelê Zergelê bê xwedî nîne, komkujiya hatiye kirin ji aliyê gel û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê ve hatiye lanetkirin. Heyeta HDP'ê ya çû Zergelê, bi rapora amade kir re rastî nîşanî tevahiya cîhanê da. Rastî ev e; sivîlên li Zergelê ji aliyê bombeyên balafirên şer ên Tirk ve hatine qetilkirin. Hemû nûçeyên medya şerê taybet psîkolojîk, dûrî ji rastiyan û derew in."

Şoreşa Rojava bi taybetî jî Berxwedana Kobanê nîşan da ku jiyana ji dil, azad û wekhev a gelan, avakirina Neteweya Demokratîk pêkan e û vê yekê hêvî daye gelên Tirkiyeyê. Vîna ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de vê hêviyê derxist holê, bi serketineke mezin çûye parlamentê û ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê firsendeke dîrokî pêşkêş kiriye.

Weke KJA em bang li hemû jinan dikin ku ji vê rêveçûnê re bêjin 'bisekine', bi xwe birêxistinkirinê re bersivê bidin pêvajoyê û çareseriya demokratîk û aştiyê pêk bînin."

(zt)