Ji hiquqvanan rapora Silopiya ya balkêş

15:16

JINHA

ŞIRNEX - Di rapora KJA, OHD û MHD'ê ya Sîlopiyê de hat diyarkirin ku çekên giran û madeyên teqemeniyê hatin bikaranîn, 2 mal di encama gulebaranê de hatin şewitandin, pencer û deriyên malan zirar dîtin, 3 kesan jiyana xwe ji dest da, 6 welatî birîndarbûn, 9 kes hatin binçavkirin û rastî îşkenceyên gelek giran hatin. Di raporê de hat gotin ku Dozgerê Komarê yê Silopiyê ji ber biryara veşarî hebû tu agahî nedan wan, li navçeyê polîs bi ewlehî nîn in û êrîş berê hatiye plankirin û encamên wê hatine hesabkirin û weke operasyonek pêk hatiye nîşan didin.

Komîsyona Hiqûqê ya KJA'yê, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê lêkolînên li navçeya Silopiyê yên têkildarî terora polîsan di 7'ê tebaxê de kirin rapor. Di rapora ji raya giştî re hatî parvekirin de di dema êrîşê de tîmên taybet çekên giran bikaranîn û welatiyên bi navê Kamuran Bîlîn, Hamdîn Ulaş û Mehmet Hidir Tanboga qetil kirin. Di raporê de cih dan îfadeyên şahidên bûyerê û wiha hat gotin:

"Di hevdîtinên bi welatiyên tax re hatin kirin de di dema operasyonê de çekên giran hatin bikaranîn, bi wesayîtên zirxî di nava tax de raste rast gulebaran pêk hat. Ji ber gulebarana polîsan û madeyên teqemeniyê yên bikaranîn du mal bi tememî şewitîn, bi dehan mal hatin gulebarankirin, derî û paçeyên malan hatin şikatin. Li hin malên li taxa Zapê ya bûyer lê derketin dîwarên hin malan xirabûne û di dîwarên malan de şopa gulebarana çekên giran heye."

Di raporê de hat gotin ku heyet bi xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan re hevdîtin kirin, piştî bûyeran li ber nexweşxaneyê gelek kes hatin binçavkirin, ji bo lêpirisan wan bişopîne û binpêkirinê mafên mirovan bên tesbîtkirin û têkildarî mirinên pêk hatin de heya niha tu lêpirsîn nehatin vekirin û ji bo vê yekê tesbit bikin çûn Edliyeya Silopiyê.

Qalikên vala ayîdî çekên qaçax in

Di raporê de hat gotin ku daxwaza hevdîtina heyetê ya bi Serdozgeriya Komarê ya re hat redkirin lê dema Serdozgerê Komarê ji edliyeyê derket li ser piyan hin deqek hevdîtin kirin û wiha hat gotin: "Di vê hevdîtinê de dozgeriyê tu agahî nedan heyeta me û got derbarê lêpirsîna dosyayê de tu agahiyên wî tunene. Got serdagirtina tax bi biryarê dibe ku hatibe kirin û behsa bêhiqûqiya dozger û dadger nayê kirin. Heyeta me ji SerdozgerêKomarê polîsan bi kîjan hincetê serdagirtin pêk anîn û daxwaza mînakekî biryarê bidin heyetê kiriye. Serdozgeriya Komarê bi hinceta biryara veşariyê li ser dosyayê heye tu biryar nîşanî heyeta me nedan. Ligel hemû israran biryar nîşanî heyetê nedan û ji edliyeyê derket. Heyeta me çû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û bi birîndaran re hevdîtin kir û agahî ji tendûrîstvanan agahî girtin û bi şahidan re hevdîtin kirin. Di dema ziyaretê li ber deriyê odeyên birîndaran kesên sivîl ên ku xwe weke polîs dan nasîn disekînin û heyeta me ev yek tesbît kirin. Di dema heyeta me hevdîtin kirin agahiya polîsan welatiyan kesekî din bi giranî birîndar kir agahî girt. Li ser vê yekê heyeta me bi lezgînî çû Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Piştî lêkolînan kesê birîndar Mehmet Bulu yê 17 salî û karê temîriyê dike bû."

Di beşa encamê ya raporê de ev tişt hatin gotin:

"* Di encama bûyerên li Sîlopiyê Kamuran Bîlîn, Hamdîn Ulaş û Mehmet Hidir Tamboga jiyana xwe ji dest dane, 6 kes birîndar bûne û 9 kes hatine binçavkirin û rastî îşkenceyên giran hatine. Dîsa der barê kesên birîndar de jî fermana girtinê hatiye derxistin û ev kes piştî ku ji nexweşxaneyê derkevin dê bêrn binçavkirin.

* Profîlên kesên ku jiyana xwe ji dest dane (ji gelê herêmên ne, yek 60 salî yek jî ji 18 salî biçûk e) û terzê kuştinê (bi çekan ve hatine kuştin, li ber nexweşxaneyê careke din hatine gulebarankirin, ketana wan a nexweşxaneyê hateye astengkirin, sekvan hatine bikaranîn) bi awayekî qestî hatine kuştin ji ber vê yekê jî mafê wan ê jiyanê hatiye binpêkirin, kesên ku anîne nexweşxaneyan bêyî hincet hatine binçavkirin û di bin çavan de rastî îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk ( cop xistina destavê, derb, çek xistina devê wan, tedawî nekirin, li ser piyan hiştin, dijûn, heqeret û tehdîd" li wan hatine kirin, bi vî rengî qedexeya îskence û muameleya derveyî mirovahiyê hatiye binpêkirin, binçavkirin bi piranî li ber nexweşxaneyê bêyî hincet pêk hatiye, biryara nepenîtiyê danîne ser dosyayê bi vî rengî mafê darizandina adil hateye binpêkirin, mal hatine şewitandin, texrîpkirin bi vî rengî mesumiyeta cih û hatiye binpêkirin û zirar dane mal. Dîsa pêwîstî lêkolînkirina li gelek cihan jî heye heyeta me bûye şahidê vê yekê.

* Der barê bûyer û binpêkirinan de yek ji delîlên herî şenber jî ew e heyeta me nekariyê xwe bigihîne dîmenên kamerayan ên li ber nexwexşaneyê û hundirê nexweşxaneyê. Tê gotin ku dozgeriyê ev dîmen desteser kiriye û dîsa li gorî agahiyên bidevkî kirine dosyaya bûyerê. Lê ji ber biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê neyatiye piştrastikirin ku ka çiqas qeyd kirine dosyayê.

* Di hevdîtinên ku bi gelên herêmê re hatine kirin de çavdêriya îxtidara siyasî li dijî kurdan û Kurdistanê biryara şer girtiye û ev yek bi hemû mekanîzmayan ve bi taybetî li Şirnexê û navçeyan xistiye dewreyê, cihê pîlot jî wekî Sîlopî hatiye diyarkirin.

* Di agahiyên hatine dayîn de hatiye gotin ku hêzên dewletê yên êrîşkar wekî DAIŞ'iyan (bi rih, hin ji wan jî bêsimbel lê birih) bûne û ev yek jî qeneata ku bi awayeke sîstematîk dewlet ji bo bandora psîkolojîk bike lli ser kurdan serî li vî rêbazê dide.


* Di agahiyên ku hatiye dayîn de hatiye gotin ku kesên ku hatine birîndarkin an jî rastî heqereta polîsan hatine ne ji aliyê polîsên Sîlopiyê ve rastî van pekênînan nehatine û ji derve bûne jî qenaeta ev operasyonekî ku encamên wî ji berê ve hatiye pêşdîtin çêkiriye.

* Di lêkolînan de ev encam derketiye ku ligel van êrîş û pêkanînan jî gelê herêmê ji bo aştiyeke mayînde pêk bê bi israr in. Lê ligel vê yekê jî li herêmê rewşa ruhî ya bi fikar hakîm e."

(zt)